19:56 22 Îlon 2017
Zindî
    Mahmûd Gazî Tatar

    TAYBET - Endamê DAIŞê: Tirkiye petrola DAIŞÊ distîne

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 235 0 0

    Endamê DAIŞê yê Semsûrî ku niha dîl e û di girtîgeha YPGê de ye Mahmût Gazî Tatar diyar kir ku Tirkiye petrola DAIŞê distîne.

    Hikmet Durgun

    Navenda Nûçeyan - Endamê DAIŞê yê Semsûrî ku niha dîl e û di girtîgeha YPGê de ye Mahmût Gazî Tatar diyar kir ku Tirkiye petrola DAIŞê distîne.

    Tatar 24 saliye û li ser nifûsa Semsûrê ye û di girtîgeha YPGê de derbarê Rojava, kurd, Tirkiye û rewşa DAIŞê de pirsên nûçegihanê Spûtnîkê bersivandin.

    MIN LI SEMSÛRÊ 5 MEH PERWERDE DÎT

    Tatar, kurd im û em 3 birane. Min li Semsûrê zanîngeh dixwend, meha nîsanê min dev ji xwendinê berda û tevlî DAIŞê bûm. Em 17 kesên ku temênê wan ji 15an hetanî 50 salî bûn û di sînorê Karkamişê de derbasî Sûriyeyê bûn. Li Sûriyeyê hinek kesên din jî tevlî me bûn û hejmara me gihîşte 27an û me dest bi perwerdeya leşkeri û olî kir.

    GOTIN, TU DIXWAZE BİBE KOMKUJ?

    Di perwerdeyê de kontrola bêhndanê, çek teqandin û hwd dihat dayîn, berî perwerdeyê j imin pirsîn gotin tu dixwaze bibe komkuj? lê min qebûl nekir. Herkesê ku tevlî rêxistinê dibe van pirsan ji wan dikin û yên ku vê qebûl dikin 6 mehan perwerdeya olî dibînin. Perwerdeya leşkerî emîrekî bi navê Ebû Talha û ya olî jî Ebû Musab dida. Ji Tirkiyeyê car caran hinek dihatin me kontrol dikirin lê ne endamên DAIŞê bûn û bê rih bûn.

    YPG DÎL AN NAKUJE

    Tatar, ez hê milîtanekî 2 mehî bûn dîl ketim destê YPGê. Pêşî min birin cihekî din paşî anîn vêderê. Elqeya YPGê bi me re baş e nan, xwarin, vexwarin heta çixareyan jî didin me. Min hêvî ne dikir ku miameleye wiha baş bikin. Di perwerdeyê de digotin YPG dîl an dikuje, lê li vir min dît ku tiştek wiha tuneye.

    TANKERÊN PETROLÊ Bİ ROJANE DİÇÛN TIRKIYEYÊ

    Tatar, piştî ku ez tevlî DAIŞê bûn gelek caran bûme şahide axaftina êmîran ku DAIŞ petrola xwe difroşe Tirkiyeyê. Ebû Talha jî got DAIŞ mazot û benzîna xwe bi dolaran difroşe Tirkiyeyê û ji vê bazirganiyê em pereyekî baş qezenç dikin. Tankêrên petrole bi rojane derbasî tirkî dibûn.

    ÇIMA LI DIJÎ ÎSRAÎL ŞER NAKIN?

    Mahmûd Gazî Tatar, hêrî zêde ji Erebîstana Siûdî, Tunis, Yemen, Qeter, Libnan û ji Misrê şexs tevlî DAIŞê dibin û Tirkiye jî rêgeha wan e. Her ji 10 milîtanên ku tevlî DAIŞê dibin 5ê wê bi bandora perwerdeya olî dixwazin bibin komkuj. Milîtanekî ji Ebû Talha pirsî got ‘çima em li dijî Îsraîl şer nakin' Ebû Talha got, divê pêşî em dîwarê biçûk xerabikin.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê YPGê: Rûsyayê derbeyên giran li DAIŞê dan
    YPG: ‘12 çeteyên DAIŞê hatin kuştin, yek birîndar ket dest'
    YPG û QSDê li Holê 493 milîtanên DAIŞê kuştin
    ROJAVA - Şerê YPGê û DAIŞê gurr bû: 4 YPGyiyan jiyanên xwe ji dest dan!
    YPG: DAIŞ pisîkan jî dike komkuj
    Etîketan:
    YPG, DAIŞ, Mahmûd Gazî Tatar, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de