17:45 23 Îlon 2017
Zindî
    Li Cizîrê welatiyêk bi giranî birîndar bû

    CİZÎR - 2 jin 3 kes hatin qetil kirin

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 85 0 0

    Li navçeya Cizîrê, ji ber êrîşên polîsan, Dîkran Sayac, Azîme Aşan (50) û Jina bi navê Adîle Karadûman a 55 salî jî ber deriyê mala xwe bi guleyên polîsên taybet hat qetilkirin.

    Şirnex — Li navçeya Cizîrê, ji ber êrîşên polîsan, bavê 5 zarokan Dîkran Sayaca jiyana xwe ji dest da. Li taxa Nûrê jî Azîme Aşan a 50 salî, ji ber top li mala wê ket, jiyana xwe ji dest da. Jina bi navê Adîle Karadûman a 55 salî jî ber deriyê mala xwe bi guleyên polîsên taybet hat qetilkirin.

    Li Cizîrê, "qedexeya derketina derve" roja 10. de ye. Dewlet bi 10 hezar leşker, bi hezaran maşînên zirxî û tankan êrîşî qadên xwerêveberiyê dikin. Tevî vê yekê jî nikare bikeve nava taxan. Lê êrîş bi qetilkirina sivîlan ve didome.
    Şêniyên taxan bi bilindkirina ala spî, cenazeyên mirovên hatin qetilkirin gihandina ambûlansan û cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

     

    Bi heman mijarî:

    Li navçeya Cizîra Şirnexê jineke din jî jiyana xwe ji dest da
    Li navçeya Hezexa Şirnexê teqîn: 3 welatî hatin kuştin û 3 jî birîndar in
    Li navçeya Cizîra Şirnexê welatiyek bi giranî birîndar bû
    Salên 90î dîsa vegeriyan Şirnexê..
    Li Şirnexê amadekariyên şer
    Etîketan:
    Kurd, kuştî, mirin, azamî aşan, Şirnex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de