09:50 24 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê

    Li Rûmadî Artêşa Iraqê û milîtanên DAIŞê sîng bi sîng şer dikin

    © Foto: Pukmedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Li bajarê Rûmadî di navbera Artêşa Iraqê û milîtanên DAIŞê şerê germ dest pê kir.

    Navenda Nûçeyan — Hêzên Iraqê li bajarê Rumadî yê parêzgeha Enbarê pêşde diçin û navçeya Hemrîn a başûrê Rumadî ji destê DAIŞê derxistin. DAIŞ jî dixwaze bi rêya xwekujan rê li pêşiya hêzên Iraqê bigire.

    Şer û pevçûnên giran di navbera hêzên Iraqê û DAIŞê de di nava Rumadî de berdewam in û niha hêzên Iraqê bi alîkariya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî pêşde diçin.

    Fermandarekî pilebilind ji nava Artêşa Iraqê ragihand, hêzên me li nava taxên Rumadî pêşde diçin û îro nasekinin heta bajêr bi temamî ji terorîstan neyê rizgarkirin. Çekdarên DAIŞê gelek ziyan dîtine, ji ber ku em ji erd û ezman ve li wan didin.

    Wî fermandarê Artêşa Iraqê ragihand, hêzên hevbeş ên artêşê û Heşda Şebî û milîsên eşîran çend navçeyên stratejîk li Rûmadî kontrol kirin, mîna: Taxa Eramîl, Cadeya 60, Taxên Zubat, Bekir û Pira Qasim.

    Bi heman mijarî:

    Îran: Em dixwazin têkiliyên Tirkiye bi Iraq û Rûsyayê re baş bibin
    Sipasî ji bo parlamenterên kurdistanî yên li Parlametoya Iraqê
    Parlamentoya Iraqê budceya Kurdistanê ya % 17 pesend kir
    Kiliçdaroglu: Tu bi navê îxlalê balafira rûsî dixîne û diçe Iraqê dagir dike
    Artêşa Iraqê qira DAIŞê anî: Herî kêm 250 kuştî
    Etîketan:
    DAIŞ, Artêşa ıraqê, Rûmadî, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de