07:52 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Esnafên Laleliyê

    Esnafên Laleliyê: 'Krîz neyê çareserkirin em dê ji ber krîza aborî dikanên xwe dadin'

    © Sputnik/ Vehbi Güngör
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2501

    Esnafên Laleliyê: 'Piştî xistina balafira Rûsyayê bazirganiya me ya bi Rûsyayê re hatiye asta sekinandinê; roj heye ku em sifteh jî nakin û vedigerin malên xwe. Ev krîz wiha dewam bike em dê dikanên xwe dadin.'

    Navenda Nûçeyan — Esnafên Lalelîyê ji Sputnîk Kurdistanê re ragihandin: ‘Niha kirîza me yê aborî li holêye û em hevî dikin ku ev kirîza dinavbera Tirkiyeyê û Rûsyayê de demildest bi riya muzakereyê were çareser kirin.

    Esnafan diyar kirin roja ku balafira Rûsyayê hatxistin tirsekî kete nava me lê dema ku Rûsyayê ji hemwelatiyên xwe daxwaz kir êdî mal ji Tirkiyeyê nestînin û piştî vê yekê kesên ku sîparîş dabûn, sîparîşên xwe betal kirin û gotin ku wiha dewam bike êdî em ji Tirkiyeyê mal nakirin. Niha kiryarên pazara Laleliyê % 80an ji Rûsyayê dihatin piştî daxistina balafirê êdî kes nayê.

    Esnafên Laleliyê
    © Sputnik/ Vehbi Güngör
    Esnafên Laleliyê

    Goksal Martînovîç got: ‘Ez 20 sale li vir esnafım min heta niha pazara Laleliyê wiha sekinandî nedîti bû. Herwiha berdewamiya axaftina got karê me bi giştî bi Rûsyayê re bû niha bazara me hatiye asta sekinandinê. Me sedemê wê kirîzê % 100 zirarê dîtiye em dixwazin ev bi riyekî xweş bê çareserkirin. Martînovîç got: Em di qisawetidanê ku kiryarên me êdî neyên Tirkiyeyê û hînê pazarên welatin wek Ewropa û Çînê bibin.

    Esnafên Laleliyê ragihandin beriya niha dikanek li Laleliyê te bixwest kirê bikira te nedikarî bidîta lê ku hûn jî dibînin niha li her kolanê 3 ango 4 dikanên wek kire hene.

    Esnafek jî hestên xwe wiha bilêvkir: ‘Min 3 meh berê li vir dikan ji xwe re vekir lê ev kirîza wiha ku dewam bike pêwîste ezê dikana xwe dadim.

    Giştiyê Esnafên Laleliyê dibijin em hevî darin ev kirîza hane were çareser kirin. Rewş niha dewam bike pêwîst dike em dikanên xwe dadin.

    Bi heman mijarî:

    Di serdana Demîrtaş ya Moskovayê de çi heye?
    Armanca Obama têkbirina Pûtine
    Rûsya: Zelalkirina qeydiya qutiya balafira Su-24ê wê dem bistîne
    Etîketan:
    Çîn, Laleli, Kirîza aborî, Tirkiye, Rûsya, Kirîza di navbera Tirkiye û Rûsyayê, Goksal Martînovîç, Rojhilata Navin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de