07:51 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Polês, serdegirtin, tîmên taybet

    Li Cizîrê 2 kesên din jî ji hêla hêzên dewletê ve hatin kuştin

    © REUTERS/ Sertac Kayar
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6020

    Li taxa Nûrê ya Cizîrê welatiyên bi navê Dogan Îşçî (32) û Mehmet Tekin ji hêla hêzên dewletê ve hatin kuştin.

    Cizîr - Ev 9 roj in navçeya Cizîrê di bin êriş û dorpêça dewletê de ye û heta niha gelek welatiyên kurd ji hêla tîmên taybet û polêsan ve hatin kuştin.

    Herî dawî di van saetan de agahiya kuştinê dîsa ji navçeyê hat.

    Hat ragihandin ku hêzên dewletê bi tangan êrişî taxa Nûrê kirine û di encama topbaranê de welatiyê bi navê Dogan Îşçî hatiye kuştin. Li gorî agahiyan Îşçî ji ber perçeyê şaraplenê ku li bedena wî ketiye jiyana xwe ji dest daye.

    Dîhayê ragihand ku welatiyê bi navê Mehmet Tekîn di encama gulereşandina tîmên taybet de ji çavê xwe birîndar bûye û jiyana xwe ji dest daye.

    Bi heman mijarî:

    Karayilan: ‘Yên xurt em in; yên bi ser bikevin jî em in'
    HDPê bîlançoya qedexe û êrişên li bajarên kurdan eşkere kir
    Li Nisêbînê 2 kesan jiyanên ji dest dan
    Ji Şaredariya Amedê bo Qendîla Mewlidê: 'Bila bibe wesîleya aştî, demokrasî û aramiyê'
    Li Amedê çalakî, êriş û kuştin
    Etîketan:
    Dogan Îşçî, Mehmet Tekîn, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de