17:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Selahatîn Demîrtaş

    Demîrtaş, ajandeya xwe ya Moskovayê eşkere kir

    © Foto: AA/ Evren Atalay
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1101

    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahetîn Demîrtaş ajandeya xwe ya serdana Rûsyayê eşkere kir.

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş ajandeya xwe ya serdana Rûsyayê eşkere kir. Demîrtaş, em ê pêşniyarên xwe yên ji bo pirsgirêka Sûriyeyê û pirsgirên hemwelatiyên Tirkiyeyê ên krîza navbera tirkî û Rûsyayê em ê bi Moskovayê re par vebikin.

    Demîrtaş berî çûna Rûsyayê di parlamentoyê de civîneke çapemenî li dar xist û got, min sala borî jî bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Bogdanov re hevdîtinek kir û min xwestibû bi Wezîrê Derve Lavrov re jî hevdîtinekê bikin firsend çênebû, bernameyên me li hev nehatibûn. Berî ku krîza tirkî û Rûsya derkeve ev hewldan hebûn.

    Em ê pirsgirêkên welatiyên xwe bînin ziman

    Demîrtaş di berdewamiya axaftina xwe de got, em wekî partiyeke mixalif li parlamentoyê ji bo çareseriya pirsgirêkê çi ji destê me were em ê bikin. Em ê nêrînên partiya xwe bi Lavrov re par vebikin. Gelek kesên ku xwediyê pasaporta Tirkiyeyê ne ji vê krîzê mexdur dibin, ji esnafên Laleliyê hetanî Antalya û Mêrsînê.

    Me pêşniyarên Wezareta Derve ya Tirkiyeyê jî girtin

    Demîrtaş di dirêjiya axaftina xwe de got, berpirsê HDPê yê têkiliyên derve duhî bi Feridun Sinirlioglu re hevdîtinek kir. Me xwest di serdana me ya Moskovayê de em pêşniyarên wezaretên jî werbigrin. Hevî dikim ev hevdîtinên wiha yên dîplomatîk ji bo berjewendiya herkesi bin.

    Em dikarin naveroka hevdîtinê bi herkesi re par vebikin

    Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de goti, em bawer dikin ku Tirkiye di çareseriya krîza Sûriyeyê de xwedî hêzêke bi bandor e. Em dizanin bêyî tirkî pirsgirêkên sûrî çareser nabin. Lê ev bi politikaya hikumetê û bi tezên AKPê ne gengaz e. Û ji bo hevdîtina xwe ya Moskovayê em dikarin herkesi agahdar bikin.

    Bi heman mijarî:

    HDPê bîlançoya qedexe û êrişên li bajarên kurdan eşkere kir
    Li Stenbolê polêsan midexaleya meşa HDPe kir
    Li Wanê pevçûn, hevserokê HDPê yê bajêr birîndar bû
    Demîrtaş di serdana Moskovayê de wê nûneriya HDPê jî veke
    Demirtaş: Di nav HDPê de jî Erdoganparêzên veşartî hebûn
    Etîketan:
    Wezareta Derve ya Rûsyayê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Sergey Lavrov, Selahatîn Demîrtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de