08:40 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Huda Par

    Huda-Par: Leşker bi zorê ketin malên me û ji xwe re kirin çeper

    © Foto: Hurseda
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 19410

    Huda-Par da xuyakirin, ku hêzên dewletê ketine malên wan û ji xwe re kirine çeper.

    Navenda Nûçeyan - Partiya Huda-Parê derbarê êriş û qedexeyên li bajarên kurdan de daxuyaniyek da û ragihand wan tespît kirine ku hêzên dewletê bêyî destûrê welatiyan dikevin nav malan li cih û warê welatiyan ji xwe re dikin çeper.

    Partiya Huda-Parê, di daxuyaniya malpera xwe ya înternetê de weşand diyar kir ku berî 3 rojan, leşker bi zorê ketine mala endamên wan Halîs û Mûhlîs Gozgu ya li taxa Nûrê ya Cizîrê û bêyî daxwaza endamên wan, leşkeran dest danîne ser malê.

    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘Li mala her du endamên me hînê leşker hene û ji vê derê şer dikin.'

    Huda-Parê bang li hêzên dewletê kir, ku derhal malên endamên wan vala bikin.

    Bi heman mijarî:

    HDPê bîlançoya qedexe û êrişên li bajarên kurdan eşkere kir
    Li Nisêbînê 2 kesan jiyanên ji dest dan
    Li Amedê çalakî, êriş û kuştin
    Heta niha 44 zarok hatin kuştin û 52 jî birîndar bûn
    Hêza Tirkiye li sînor sivîlekî kurd kuştin
    Li Stenbolê şer: 2 kuştî û 4 birîndar
    Bîlgen: Tu ferqa Cizîrê ji Heleb û Xezzeyê nemaye
    Etîketan:
    HUDA PAR, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de