17:48 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Operasyon - Êriş - Şer - Pevçûn - Tang - Qedexe -Dorpêç

    Li Amedê çalakî, êriş û kuştin

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 44501

    Li Sûrê di encama topbaranê de 1 kes hate kuştin, 3 kes jî birîndar bûn. Peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê Omer Faruk Baran ji Amedê radigihîne.

    17:02 — Li Amedê zarokê 13 salî ji hêla hêzên dewletê ve hate kuştin

    Li Amedê di çalakiyên piştgiriya Sûrê de zarokê bi navê Şiyar Baran (13) ji hêla polêsan ve hate kuştin.

    Ji bo navçeya Sûr a di bin dorpêç û êrişên giran de ye, li gelek noqteyên bajêr di navbera gel û hêzên dewletê de pevçûn berdewam dike. Polêsên ku êrişê çalakiyan dikin, li Seyrantepeyê zarokê 13 salî yê bi navê Şiyar Baran qetil kir.

    Cenazeyê zarokê biçûk rakirin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.

    16:20 — Li Sûrê êriş: Welatiyek hate kuştin, 3 jî birîndar in.

    Hat ragihandin ku li navçeya Sûrê ya Amedê di encama topbarana artêşa tirk de 1 kes hatiye kuştin, 3 kes jî birîndar bûn.

    Li gorî nûçeya Dîhayê cenazeyê welatiyê hate kuştin li taxê tê rawestandin. 

    15:07, Şer û pevçûnên li Suriçiyê careke din giran bûn. Hin avahî dişewitin, ji hinek taxan dûman radibe.

    13: 35 — Otobosên şaredariyê jî îro ji bo protestoyê naşixulin, kar nakin.

    13: 30- Li pêş Dötyolê polêsan rê li ber gel girt û mudaxeleyî gel kir. Ji hevdîtin û nîqaşên parlementerên HDPê û polêsan ti encam derneket û polês bi bombeyên xazê û ava bi şid êrîşî ser gel kir.

    13: 28 — Gel niha li sûkên Amedê yên nêzî Sûrê sloganên wek ''Sur ne bi tenê ye'', ''PKK gel e, gel li vir e'', ''Bijî Serok Apo'' û ''Bijî Berxwedana Sûre'' dibêje.

    13: 25 — Ji bo xwepêşandana îro piraniya esnafan dikanên xwe venekirin û hinek xwendekaran jî dibistan boykot kirin.

    13:20 Piştî mudaxeleyê şer û pevçûnên li Sûriçiyê giran bûn. Niha şer û pevçûnên dijwar li Suriçiyê diqewimin.

    13:10 Polês mudaxeleyî girseya ku dixwest ber bi Sûrê bimeşe kir. Gelê Amedê xwest ablûkaya 21 rojan a li ser Sûrê ferzkirî bişkênin û bi sloganan ber bi Qada Şêx Seîd meşiyan.

    13:03 Komeke ciwanan bi slogana ''Hezar silav li gerîleyan ku li Sûrê li ber xwe didin'' meş li dar xistin û xwestin ku ber bi Sûrê ve bimeşin. Polêsên tirk li ber Tek Kapiyê mudaxeleyî girseyê kir û kom belav kir.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Parlamentoya Yûnanîstanê Filistîn nas kir
    HACK - 'Rûpela Spûtnîk Kurdistanê ya Facebookê kete destê faşîstan'
    Rûsya: Efyona Afganîstanê li Tirkiyeyê tê amadekirin û li Ewropayê tê firotin
    Li navçeya Cizîra Şirnexê jineke din jî jiyana xwe ji dest da
    Rizgarkirina bajarê Rûmadî dest pê kir
    Etîketan:
    mudaxeleya girseyê, ablûkaya 21 rojan, qedexeya ferzkirî, xwepêşandanên protestoyî, qedexeya derketina derveyî malan, Amed, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de