08:08 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Operasyona binçavkirinê

    Operasyon bê navber didomin: Gelek kes hatin binçavkirin

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Li navçeyên Qoser û Şemrexa Mêrdînê polês û cendirmeyan avêtin ser malan.

    Navenda Nûçeyan — Li navçeyên Qoser û Şemrexa Mêrdînê polês û cendirmeyan avêtin ser malan. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin.

    Di serdegirtinan de gelek kes û li Kocaeliyê jî zêdeyî 20 kes hatin binçavkirin.

    Li navçeyên Mêrdîn Şemrex û Qoserê, polês û leşkeran avêtin ser malan. Li Şemrexê cendirmeyan bi carê ve avêtin ser gelek taxan û di serdegirtinan de welatiyên bi navê Cemal Çelîk, Dogan Yaşar, Acîre Yaşar, Alaatîn Yaşar, Aydin Yaşar, Hîkmet Eres, Cafer

    Eres, Abdullah Eres, Bûrhan Eres, Fethûllah Eres, Mehmet Şîrîn Acar û Mehmet Halîs Elîş hatin binçavkirin.

    Li Qoserê jî polêsan avêtin ser gelek malên li taxa Îpekê. Der barê hejmara kesên di serdegirtinan de hatin binçavkirin de agahiyeke zelal nehat bidestxistin.

    Her wiha li Kocaeliyê, di operasyona berê sibehê de zêdeyî 20 ciwan hatin binçavkirin. Ciwanên li navçeyên Îzmît, Darica, Çayirova, Gebze û Dîlovasi hatin binçavkirin, birin Qereqola Kocaelî Kaşkal Dere. Di nava binçaviyan de Alîkarê Hevserokên HDPê yên Dîlovaci Metîn Dursun jî heye.

    Bi heman mijarî:

    Li Gever û Colemêrgê operasyonên binçavkirinê
    Di çalakiya Îzmîrê de gelek kes hatin binçavkirin
    Li Îdir û Aydinê operasyon: 20 kes hatin binçavkirin
    Hejmara kesên li Mêrsînê hatin binçavkirin derket 43an
    Li Mersînê Hevşaredarê Akdenizê Turk jî di nav de 25 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, HDP, Alaatîn Yaşar, Dogan Yaşar, Cemal Çelîk, Metîn Dursun, Kocaelî, Şemrex, Qoser, Mêrdîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de