21:54 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Polês, serdegirtin, binçavkirin

    Li Stenbolê şer: 2 kuştî û 4 birîndar

    © AP Photo/ / Irfan Cemiloglu
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 168 0 0

    Polêsên miduriyeta Stenbolê li navçeya Gaziosmanpaşayê bi ser malekê de girtin.

    Navenda Nûçeyan  —Polêsên miduriyeta Stenbolê li navçeya Gaziosmanpaşayê bi ser malekê de girtin û di encama serdegirtina malê de şer derket 2 kes hatin kuştin û 4 polês jî birîndar bûn.

    Li Gazîosmanpaşayê (GOP) polêsan bi ser malekê de girtin û di dema serdegirtinê de 2 jinan bi guleyên polêsan hatin kuştin. Hêzên ewlehî daxuyanî wekî ‘pevçûn derket' ragihandin.

    Li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê polêsan bi ser mala li kolana 1149 a taxa Karadenîzê de girtin. Di serdegirtina saet di 02.30'an de pevçûn derket û 2 kes hatin kuştin û 4 polês jî birîndar bûn. Cenazeyên 2 jinên ku nehatine tespîtkirin rakirin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê.

    Çavkaniyên polêsan îdia kirin ‘pevçûn deketiye' lê nehat zanîn gelo pevçûn derketiye an na.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê sonda şerê giran û xendeqan
    Li Stenbolê polêsan midexaleya meşa HDPe kir
    Duyemîn Kongreya Îslama Demokratîk li Stenbolê dest pê kir
    Keştiyên şer ên NATOyê gihîştin Stenbolê
    STENBOL - 3 kurd winda bun!
    Etîketan:
    Polêsên Miduriyeta stenbolê, Gaziosmanpaşa, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de