21:49 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Osman Ocalan

    Ocalan: "Barzanî îrade û serokê kurdan e"

    © Foto: Rûdaw
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 133311

    Osman Ocalan got Barzanî îradeya û serokê kurdan e. Barzanî erkê xwe bicih aniye û nerazîbûna xwe li ser wê yekê aniye ziman û pêwîst e hemû alî rêz li Barzanî bigrin.

    Navenda Nûçeyan — Endamê berê yê Konseya Serokatiya PKKê û birayê rêberê PKKê, Osman Ocalan ragihand, her tiştek tê tehemûlkirin, lê belê bêrzîkirin bi Ala Kurdistanê bi ti awayî nayê qebûlkirin.

    Ocalan herwiha got, Barzanî erkê xwe bicih aniye û nerazîbûna xwe li ser wê yekê aniye ziman û pêwîst e hemû alî rêz li Barzanî bigrin, ji ber ku nûneratiya îradeya kurdan dike û serokê kurdan e.

    Osman Ocalan: "Îradeya kurd di serokatiya Barzanî de tê dîtin. Pêwîst bû Barzanî li ser vê yekê biaxive, berovajiyê wê, eger li ser bêrêziya li hember alê bêdeng ba, ew dê şaş ba. Ew ne destwerdan e, ew yek nerast e. Ew nerazîbûnek e ku aniye ziman."

    Ocalan herwiha got: "Ma Barzanî çi gotiye ku destwerdan be. Barzanî got, ku nabe bêrêzî bi Ala Kurdistanê bê kirin. Ew nayê qebûlkirin û karekî şaş û neniştimanî ye. Gelo ma ev destwerdan e an jî erk e?"

     

    Bi heman mijarî:

    Salih Mislim: Çûna Tirkiyeyê ya Mûsilê xewna dewlata osmanî ye
    Mahmût Osman: ‘Divê hikûmeta Başûr û Amerîka zextê li AKPê bikin'
    Mehmûd Osman: 'Dibe HDP dengên xwe zêde bike'
    Mehmûd Osman: Divê em li pey berjewendiyên xwe bin
    Li Osmaniyeyê operasyona DAIŞê
    Osman: Aliyên siyasî îro dê bigehin rêkeftinekê
    Etîketan:
    Kurdistan, kurd, PKK, mesud barzani, Osman Ocalan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de