23:08 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Endamê Konseya Rêveber a KCKê  Riza Altûn

    KCK: ‘Ji ber îflasa polîtîkaya li Sûriyeyê Erdogan mase qeliband'

    © Foto: Yeni Ozgur Polîtîka
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 955 0 0

    Endamê Konseya Rêveber a KCKê Riza Altûn got: ‘Ji ber îflasa polîtîkaya li Sûriyeyê Erdogan mase qeliband. Şerê li Bakur îflasa polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Rojava ye.'

    Navenda Nûçeyan — Endamê Konseya Rêveber a KCKê Riza Altun der barê mijarên di rojevê de ji Anfê re axivî û destnîşan kir ku şerê li Rojhilata Navîn şerekî li dijî Kurdan e.

    Altun got: ‘Li Rojhilata Navîn ev sê, çar sal in şerek dimeşe. Bi taybetî şerê li Sûriyeyê, wêneyekî şerê me yê çil salan ê li hemberî Komara Tirkikyeyê ye. Ji ber ku hêzên ku em li Sûriyeyê li dij şer dikin, hêzên bi banga cîhada navneteweyî û bi desteka Tirkiyeyê li herêmê kom bûne, ye. Tirkiye siyaseteke bi vî rengî li hemberî pirsgirêka Kurd dimeşîne: eger ev siyaset bi rê ve biçe û encam bi dest bikeve, ji xwe pirsgirêkek bi navê pirsgirêka kurd namîne. Bi serketina vê yekê re wê pirsgirêka Kurd bi qede. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Rojhilata Navîn di heman demê de polîtîkaya wê ya kurd nîşan dide. Di vê mijarê de ti pirsgirêkeke kurd a Barzanî jî nîne. Derdê wî hegemonya û pirsgirêka berjewendiyan e.'

    Altun wiha got: ‘Me anî ziman ku eger AKP hilbijartinê qezenc bike, wê rewş çiqasî xetere be. Eger winda bike, wê darbeyê bike. Piştî 7ê Hezîranê darbe kir.'

    Altun got: ‘Li vê derê îlanên xwerêveberiyê di rojevê de ne û li ser bingeha ragihandina xweseriyê, şer cara yekemîn ketiye nava bajaran. Ev rewşeke nû ye. Encameke bêçaretî û şaşîtiya siyaseta Tirkiyeyê ye. Em çil sal in têkoşîneke siyasî û leşkerî dimeşînin. Heta niha me şerê gerîla meşand. Di herikîna dîrokê de yekemcar me li bajaran xweserî îlan kir û li bajaran Têkoşîna Azadiyê ya Kurd derxistin asteke nû. Dema ev yek paralelî Rojava bê nirxandin, wê bê dîtin ku Tirkiye gelekî jêhatî nîne. Di rewşeke ku dixwest pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê bifetisîne de, bi nêzîkatiyên xwe yên çewt, şerê li Sûriyeyê xist nava welatê xwe û ket rewşeke ku nikare ji nav derkeve.'

    Altun dawiya axavtina xwe de got: ‘Li Tirkiyeyê siyaseteke dewletê ya kevneşop heye. Ev siyaseta dewletê bi temamî ji holê ranebûye. Guherîn nîne. Li Tirkiyeyê gelekî tê nîqaşkirin, qala guhertinê tê kirin. Ev tiştên rast nîne. Li Tirkiyeyê rewş û zîhniyeta dewletê neguheriye.'

    Bi heman mijarî:

    KCK: ‘Dewleta tirk dixwaze kurdan ji holê rake'
    KCK: ‘Divê hêzên leşkerî yên tirk ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin'
    KCK: ‘Ev êriş û polîtîkayên koçberkirinê qirkirina çandinî û tehcîr e'
    Bayik: ‘AKP wê berdêla tecrîd û zextê bide'
    Bayik: ‘Tirkiye dixwaze PKK û PDKê berde hev'
    Etîketan:
    KCK, Riza Altun, Sûrî, Rojhilata Navîn, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de