23:10 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Bendav

    Îran ji bo miçiqandina ava Kurdistanê 14 bendav û gelek tûnelan çêdike

    © Foto: mdba.gov.au
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3601

    Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê, 3 parlamenterên kurd ên li Parlamentoya Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahdar kir û got ku Îran dixwaze bendavên Dukan û Derbendixanê bên miçiqandin.

    Navenda Nûçeyan – Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Îranê li Pawe û parêzgeha Urmiyê pêşiya av û çemên ‘Sîrwan û Kelwe’yê  digire û bi vî awayî dixwaze bendava Dukan û Derbendîxanê bimiçiqîne.

    Sê parlamenterên kurd Mehmûd Riza, Rengîn Ebdullah û Emîn Bekir bi daxuyaniyeke çapameniyê ragihandin ku dewleta Îranê li ser miçiqandina bendavên Dukan û Derbendîxan xebatan dimeşîne.

    Mehmûd Riza got ku Îran ji bo çêkirina 9 bendavên mezin, 5ên biçûk û herwiha çend tûnelan dest bi kar kiriye û armanca wan karan jî ziwakirina bendawên Dukan û Derbendîxanê ye.

    Mehmûd Riza wiha dibêje: ‘Bi çêkirina van bendavan Herêma Kurdistanê dê rastî pirsgirêkeke mezin were. Ji ber ku çavkaniya ava bendava Derbendîxanê û ji sedî 40ê çavkaniya ava Dukanê Kurdistana Îranê tê. Lê piştî çêkirina wan bendavan her du av û çem jî dê bimiçiqin.’

    Bi heman mijarî:

    Sedr, gef li Nûrî Malikî û Heşda Şebî xwarin
    Armanca Obama têkbirina Pûtine
    Parlamentoya Erebî: 'Em piştgiriyê didin mafên rewa yên gelê kurd'
    Hizbullah: Îsraîl wê hisabê kuştina fermandarê me bide
    Li Silopyayê 11 cinaze li erdê mane
    Rûsya: Zelalkirina qeydiya qutiya balafira Su-24ê wê dem bistîne
    Etîketan:
    miçiqandina avê, Çemê Kelweyê, bendava Derbendîxanê, bendava Dukanê, Çemê Sîrwanê, Parlamentoya Iraqê, Emîn Bekir, Rengîn Ebdullah, Mehmûd Riza, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de