02:05 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Ayhan Bilgen

    Bîlgen: Tu ferqa Cizîrê ji Heleb û Xezzeyê nemaye

    © Sputnik/ Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 33501

    Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen got: ‘Pêdiviya kesên ku xendekan dikolin bi axaftinên me yên rewakirinê tune ye." Bîlgen dîmenên bombekirina dibistanekî li Cizîrê jî bibîrxist û destnîşan kir ku tiştên li bajarên kurda tê jiyîn ji Xezze, Heleb û Kobanê ne cûda ye.

    Enqere - Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen, derbarê civîna MYKê û rojevê de li Navenda Giştî ya HDPê nirxandin kir.

    Bîlgen di axaftina xwe de balê kişand ser şerê li bajarê kurdan û got di rojên dawî de li Cizîr, Silopî û Nisêbînê gelek sivîl hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

    Bîlgen diyar kir ku wesayîtên zirxî ji bo gel navçeyan terk bike anonsan dike û dîmenên bombekirina lîseya pîşeyî ya Cizîrê bibîrxist. Bîlgen destnîşan kir ku tiştên ku tê jiyîn ji Xazze, Heleb û Kobanê ne cûda ye.

    'Ne pêwîst e em xendekan rewa bikin'

    Bîlgen bersiv da gotinên Serokwezîr Ahmet Davutoglu yên ‘HDP xendekan rewa dike' û got: ‘Pêdiviya kesên ku xendekan dikolin bi axaftinên me yên rewakirinê tune ye. Ji xwe pêkanînên hêzên ewlehiyê, xendekan rewa dike.'

    Bîlgen derbarê gefxwarina Davutoglu ya ‘Emê dersa wan di Meclîsê de bidin wan" jî ev bersiv da û got: ‘Meclîs ne cihê ders dayîn û girtinê ye. Parlamento ew cih e ku polîtîkayên dewletê tê darizandin û hikumet jî hesabê dide ye.'

    Bi heman mijarî:

    Li Gever û Colemêrgê operasyonên binçavkirinê
    Kongreya Îslama Demokratîk rexne li nîjadperestiyan girt
    Balefirên şer li Şêxmeqsûdê xistin: 2 mirî, 9 birîndar
    Li Silopyayê 11 cinaze li erdê mane
    Li bajar û navçeyên kurdan dawî li kuştin, êriş û qedexeyan nayê
    Etîketan:
    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Ayhan Bîlgen, Sîlopî, Cizîr, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de