17:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Krîz

    Fatureya krîza navbera tirkî û Rûsyayê gihîşte 52,5 milyar dolarî

    © Sputnik/ SERGEY BOBOK
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2201

    Cîgirên Serokê CHPê Selin Sayek û Faik Oztrak hisabên krîza nava tirkî û Rûsyayê derxistin.

    Vladimîr Pûtîn
    © Sputnik/ Григорий Сысоев
    Navenda Nûçeyan — Cîgirên Serokê CHPê Selin Sayek û Faik Oztrak hisabên krîza nava tirkî û Rûsyayê derxistin.

    Cîgirên Serokê CHPê Selin Sayek û Faik Oztrak raporta krîza ekonomîk ya navbera Tirkiye û Rûsyayê qelem bi qelem derxistin. Li gorî raportê salê zirara herî kêm 8,5 û herî zêde 12,2 tê pêşbînîkirin û di çar salan de ev zirar digihîje 52,5 milyar dolarî.

    Xeyrî menqûl û gihandin

    Dema dan û standinê xeyrî menqûl û gihandinê ji çav tên derbaskirin bûhayê vê krîzê li ekonomiya Tirkiyeyê salê digihîje 6,5 milyar dolarî, û heke em bazirganiya baholan jî bi ser vê vekin ev reqem digihîje 8,5 milyar dolarî.

    Faturaya fêkî û sewze

    Rûsya di lîsteya xwe ya ku eşkere kir de hinek qedexeyîyan tîne ser berhemên çandinî yê. li gorî lîsteya Rûsyayê ku eşkere kiriye, salê dora 810-820 milyon dolar dê bandoreke neyinî li ekonomiya Tirkiyeyê bike.

    Îtxalata xaza xwezayî

    Di îhtîmala birîna xaza xwezayî de Tirkiye wê têkeve rewşeke xirab. Ji sedî 54,8ê xaza Tirkiyeyê ji Rûsyayê tê îtxalkirin û ji 1/3 hilberîna santralên elektrîka me bi xaza xwezayî dixebitin. Û ne gengaze di demeke kinde ev santral bi tiştne din werin dabînkirin.

    Dahatuyên geşt û guzariyê

    Her sal nêzîkî 3,5 milyon turîstên rûsî serdana Tirkiyeyê dikin û 2,9 milyar dolar pere serf dikin û di berdewamiya krîza herdu welatan de beşa geşt û guzariyê dê derbeyên mezin bixwe.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Dibe Lavrov û Demîrtaş hevdîtinê bikin
    Mueyîdeyên Rûsyayê yên li ser Tirkiyayê û hevkariya ekonomîk a her du welatan
    Rûsya: Ewropa û Tirkiya qadên xwe yên hewayî bigirin jî balafirên Rûsyayê dikarin bifirin
    Tirkiye: Em derbarê tedbîrên li dijî Rûsyayê de axivîn
    Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê vê carê jî li Sûriyeyê axivî
    Etîketan:
    CHP, Faik Oztrak, Selin Sayek, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de