19:24 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Vladimir Pûtîn û Beşar Esed

    Di serdana Îranê de 4 jetên rûsî dê parastina Esad bikin

    © Sputnik/ Aleksey Drujinin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2701

    Di serdana Îranê de 4 jetên rûsî dê parastina Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esad

    Navenda Nûçeyan — Çar jetên rûsî dê parastina Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esad bikin dema di sala nû de serdana Îranê bike.

    Ajansa Farsê a Îranê ya fermî ragehand ku firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê hatine agehdar kirin, ku ew nêzîkî firokeya Serokê Sûriyê nebin, her wiha dê êrîşî her firokeyekê bikin ku guman li ser hebe.

    Ajansê da zanîn ku çar firokeyên Rûsyayê dê parastina firokeya Serokê Sûriyê Beşar Esad bikin. Rojnameya Ed diyar ya Libnanî jî tekez kir ku serdana Esad bo Îranê, dê bi rêya esmanê Iraqê here û ew serdan di çarçoveya serkeftina artêşa Sûriyê li dijî girûpên terorîst de ye.

    Berî niha di 20ê Cotmeha borî de, Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esad serdana Rûsyayê kiribû, ku yekemîn car bû serdaneke fermî bike, piştî 5 salan ji kirîza Sûriyeyê.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Pêvajoya aştiyê nabe ku bibe esîrê qedera Esad
    Rûsya: Dibe Lavrov û Demîrtaş hevdîtinê bikin
    Mueyîdeyên Rûsyayê yên li ser Tirkiyayê û hevkariya ekonomîk a her du welatan
    Bush: Her diçe Rûsya bi hêz dibe û Amerîka jî winda dike
    Hêzên Rûsyayê 1200 tankerên petrolê yê DAIŞê îmha kirin
    Etîketan:
    Hevpeymana Navneteweyî, Hêza Hêwayî ya Rûsyayê, Beşar Esad, Îran, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de