08:13 19 Cotmeh 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAIŞ zarokan hînî qetlê dike û dişîne Rojava

    © Foto: pukmedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 401

    Zarokê bi navê A.R., yê ku ji aliyê Asayîşa Rojava ve hate girtin, li ku derê, çawa û ji aliyê kê ve hatine perwerdekirin ji nûçegihanê dihanews.com Nazim Daştan re vegot.

    Navenda Nûçeyan — Zarokê 11 salî yê bi navê A. R. diyar kir ku li navçeya Kirikhan a Hatayê di kampeke leşkerên tirk de perwerdehî ditiye. Piştî perwerdehiyê tevî 2 hevalên wî ew şandine gundê Xelîliyê yê navçeya Şiyê ya Efrînê û li wir zarokekî 3 salî kuştine.

    A.R. da zanîn ku 3 sal berê tevî malbata xwe koçî navçeya Kirikhan a Hatayê kirine, bavê wî li Şamê ye û rojekî dema tevî 2 hevalên xwe yên ji Efrînê li Kirikhanê li ber deriyê mizgeftekî bûne, zilamekî ew li wesayitê siwar kirine û birine cihekî.

    A.R. eşkere kir ku 6 mehan perwerdehî dîtine û wiha berdewam kiriye: ‘Leşkerên tirk hem tirkî hem jî bikaranîna çek û kaleşnîkofê fêrî me kirin. Çawa û li ku derê em ê mirovan bikujin fêrî me dikirin. Ji me dixwestin ku em biçin Rojava û jin û zarokan bikujin.’

    Piştî ku tafsîlata kuştina zarokê 3 salî da Asayîşa Rojava, A. R. wiha got: ‘Kampa DAIŞê hê jî dixebite û kesên ku em perwerde kirin ji me re gotin ku eger yekî bikujî û vegerî em dê zêdetir pereyan bidin te.’

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ têk jî here dîsa 65 hezar peyrewê wê hene
    Mueyîdeyên Rûsyayê yên li ser Tirkiyayê û hevkariya ekonomîk a her du welatan
    Di pêşbaziya Şahciwanan de xeletiyek ku ji heşê mirovan neçe hat kirin
    Li Kurdistanê 3 rojan betlane ye
    Demên dawî yên Dîlek Dogan di kameraya polêsan de derket holê
    'PDK vê siyasetê bidomîne Kurdistan dê parçe bibe'
    Kremlîn: Em li Sûriyeyê bombeya merşikê bi kar naînin
    Etîketan:
    kampa DAIŞê ya Kirikhanê, zarokên kujer, Hêzên Asayişa Rojava, DAIŞ, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de