08:35 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Binçavkirin

    Li Gever û Colemêrgê operasyonên binçavkirinê

    © REUTERS/ Suzanne Plunkett
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Di operasyonên Gever û Colemêrgê de 13 kes hatin binçavkirin.

    Navenda Nûçeyan - Li Colemêrgê û bajarokê Xirvate ya Geverê di serdegirtina malan de 13 kes hatin binçavkirin.

    Li taxên Bîçer û Baglarê ya Colemêrgê di serdegirtana malan de 10 kes hatin binçavkirin. Tîmên taybet li gel wesayîtên zirxî di saetên sibê de bi ser malan de girtin û rêvebirê DBPê yê Colemêrgê Hasan Akboga, Alî Turan, Nevzat Tursun, Hasan Degîrmencî, Emel Degîrmencî, Haci Yalçin, Melek Yalçin, Mehmet Yalçin, Sozdar Yalçin û Şakîr Tekîn bi îddiaya ‘alikariya rêxistinê kirine' hatin binçavkirin.

    Li Geverê jî 3 kes hatin binçavkirin

    Li bajarokê Xirvate ya navçeya Gevera Colemêrgê leşkerên girêdayê Qereqola Bajaroka Xirvateyê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên ku bi şev hatin kirin de lêgerîn hate kirin û ciwanên bi navê Ayhan Çelîk, Umît Sinmaz û Adnan Yanik hatin binçavkirin.
    Ciwanên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn birin qedeqolê.

    Bi heman mijarî:

    Di çalakiya Îzmîrê de gelek kes hatin binçavkirin
    Tîmên taybet avêtin ser Zanîngeha Colemêrgê: 13 xwendekar hatin binçavkirin
    Li Îdir û Aydinê operasyon: 20 kes hatin binçavkirin
    Hejmara kesên li Mêrsînê hatin binçavkirin derket 43an
    Rojnamevana kurd hate binçavkirin
    Etîketan:
    DBP, HDP, Artêşa Tirkiyeyê, Nevzat Tursun, Alî Turan, Hasan Akboga, Gever, Colemêrg, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de