23:08 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Rêvebiriya Kantona Cizîrê bersiva Barzanî da

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 57311

    Rêvebiriya Kantona Cizîrê ragihand ku, ew nahêlin tu kes ala Kurdistanê bikin hinceta têkbirina ewlekariya Rojava.

    Navenda Nûçeyan — Desteya Navxwe ya Kantona Cizîrê bersiva daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya derbarê Ala Kurdistanê da û ragihand, ew nahêlin tu kes ala Kurdistanê bikin hinceta têkbirina ewlekariyê. Bila Herêma Kurdistanê destêwerdanê di karûbarên kantonan de neke.

    Kantona Cizîrê di daxuyaniya xwe de ragihand, hin alî bilindkirina ala Kurdistanê dikin hincetek ji karên xwe yên neyasayî. Her kombûnek an jî xwepêşandanek derkeve divê destûra fermî bistîne.

    Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin ku, Herêma Kurdistanê piştgiriya wan kesên têkder dike ku hewl didin fitneyê di nav xelkê de derxînin.

    Her li gorî daxuyaniyê, divê Herêma Kurdistanê li helwesta xwe vegere û sererast bike da ku fitne di nav pêkhateyên Rojava de dernekeve.

    Roja 17ê vê mehê, hêzên asayişê êrişî çalakiya endam û alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) yên pîrozkirina Roja Ala Kurdistanê kiribûn û rê nedabûn Ala Kurdistanê were bilindkirin û hinek jî girtibûn.

    Serokatiya Herêma Kurdistanê duh daxuyaniyek li ser rêgirtin li bilindkirina ala Kurdistanê li Girkê Legê ji aliyê asayişa kantona Cizîrê ve derxistibû û tê de gotibû ku kesên ew kar kirine dê poşman bibin

    Bi heman mijarî:

    Kantona Cizîrê: 'Divê dewleta tirk bi lez û bez xaka Kurdistan biterikîne'
    PDKSê serdana rêveberiya Kantona Kobanê kir
    YPG: ‘2 helîkopterên leşkerî li ser ezmanê Kantona Cizîrê hatin dîtin'
    TAYBET - TEV-DEM: Ne Kanton, me xweseriya demokratik îlan kir
    Til Ebyad bi Kantona Kobaniyê ve hate girêdan û ‘xweseriya demokratîk' hate ragihandin
    Etîketan:
    Serokatiya Herêma Kurdistanê, ENKS, Mesûd Barzanî, Kantona Cizîrê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de