17:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    DAIŞ

    DAİŞê 2 jê emîr 14 milîtanên xwe yên kurd kuştin

    © Foto: pukmedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2511

    DAIŞê li bajarê Mûsilê 2 jê emîr 14 milîtanên xwe yên kurd dane ber guleyan.

    Navenda Nûçeyan — DAIŞê li bajarê Mûsilê 2 jê emîr 14 milîtanên xwe yên kurd dane ber guleyan.

    Berpirsê ragihandina leqa PDKê yê Mûsilê Seîd Memûzînî ragihand ku DAIŞê 2 kes ji wan emîr bi giştî 14 çekdarên xwe jiber îxaneta rêxistinê gulebaran kirine.

    Li gorî agahiyên berdest, rêxistina DAİŞ'ê 14 çekdarên xwe yê Kurd gûlebaran kir. Berpirsê Ragihandina Mûsilê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Seîd Memûzînî diyar kir ku li rojawayê bajarê Mûsilê bi tometa îxanetkirinê DAİŞê, 2 jê emîr 14 milîtanên xwe yên kurd gûlebaran kirin.

    Memûzînî got, îro DAİŞê biryara gûlebarankirina 2 jê emîr 14 çekdarên kurd ê ku di nav refên xwe de wergirt û ew biryare li serbazgaha Xezlanî ji aliyên çekdarên DAİŞê ve hatiye bi cih anîn.

    Memûzînî da zanîn ku ev çekdar di şerên çend rojên derbasbûyî de li eniyên Mûsilê revîne û DAIŞ'ê jî bi vî awayî ew ceza kirine.

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş: ‘Em civakeke bêdewlet in û AKP jî DAIŞa Tirkiyayê ye’
    MEXMÛR - Pêşmerge: ‘DAIŞê taktîka şerê xwe guhertiye’
    DAIŞê 35 zarok bi derziyê qetil kirin
    Barzanî: Mehek bû DAIŞê xwe ji êrişan re amade dikir
    Pêşmerge operasyon pêk anî: 3 emîrên DAIŞê hate kuştin
    Etîketan:
    DAIŞ, PDK, Seîd Memûzînî, Mûsil, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de