21:52 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Wan

    Li Wanê pevçûn, hevserokê HDPê yê bajêr birîndar bû

    © Foto: Jinha
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4501

    Li Wanê, di bûyerên ji ber êrîşa polêsan derketin de Hevserokê HDPê yê Wanê Veysî Dîlekçî û Endamê Meclîsa Şaredariya Payîzavayê birîndar bûn.

    Navenda Nûçeyan — Li Wanê, di bûyerên ji ber êrîşa polêsan derketin de Hevserokê HDPê yê Wanê Veysî Dîlekçî û Endamê Meclîsa Şaredariya Payîzavayê, ji ber kapsulên gazê yên li bedena wan ketin birîndar bûn û bi dehan kes hatin binçavkirin.

    Bi destpêkirina meşê de polêsan bi gaza îsotê, ava şid û bombeyên deng êrîş kirin. Di dema destwerdanê de, polêsan dayikên aştiyê yên li Parka Feqiyê Teyran bi erdê re kaş kirin û bi dehan kes girtin binçavan. Ciwanan jî, ji bo dayikên aştiyê neyên binçavkirin, dest li polêsan werdan.

    ​Polêsan dest danîn ser kamera û makîneyên wêneyan ên rojnamevanan û dîmen û wêneyên tê de jî birin.

    Bûyerên ji ber destwerdana polîsan destpê kirin, li tevahiya bajêr belav bûne.

    Bi heman mijarî:

    Li Wanê erdhêj pêk hat
    Li Wanê qeza qewimî: 11 kesan jiyana xwe ji dest dan
    Li kolana ku Tahir Elçî hat kuştin 7 polês û kameraya wan hebû
    Li Wanê ji bo Tahîr Elçî çalakî
    Li ser rêya Wanê qeza: 6 mirî, 5 birîndar
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, HDP, Veysî Dîlekçî, Wan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de