21:49 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Li Cizîrê welatiyêk bi giranî birîndar bû

    Polêsan li Cizîrê jineke ducanî birîndar kirin (hat nûkirin)

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 611

    Li navçeya Cizîra Şirnexê di encama êrişa polêsan de jineke ducanî birîndar bû.

    Navenda Nûçeyan - Li navçeya Cizîra Şirnexê di encama êrişa polêsan de jineke ducanî birîndar bû.

    Li navçeya Cizîra Şirnexê şer û pevçûn berdewam e û êrişên giran li gel tên kirin. di encama êrişan de jina bi navê Guler Yanalak (32) a bi 7 mehan ducanî, bi guleya polêsên ji zikê xwe birîndar bû.

    Li kolana Îstek a taxa Nûra Cizîrê Guler Yanalak di êrişa polêsan de bi giranî birîndar bû. Li gorî agahiyên berdest Yanalak ducanî ye.

    Yanalak a bi saetan li kolanê li benda ambûlansê sekinî, ji ber ku ambûlans nehat, ji aliyê xizmên wê ve bi wesayîtekê ji taxê hat derxistin.

    Li navçeya Cizîrê jina ducanî ku birîndar bibû pitika xwe winda kir.

    Li Cizîrê, jina ducanî ya 7 mehî Guler Yanalak a ji aliyê tîmên taybet ve ji zikê xwe giran birîndar bû, pitika xwe wenda kir.

    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, jina ducanî ya 7 mehî Guler Yanalak (32) a ku ji aliyê tîmên taybet ve hate gulebarankirin û ji zikê xwe giran birîndar bibû pitika xwe winda kir.
    Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê tedawiya Yanalak di beşa lezgîn de berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Li navçeya Cizîrê leşkerek hat kuştin
    Li Cizîrê kalê 70 salî hate kuştin
    Li Cizîrê kesekî din jî hate kuştin
    Li Cizîrê zarokek din hate kuştin
    Li Cizîrê şer: Çawîşekî pispor jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, Guler Yanalak, Cizîr, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de