05:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Amed

    Li Amedê li dijî polêsan êriş: 2 tîmên taybet hatin kuştin

    © Foto: Doğruhaber
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 158001

    Li Amedê li hemberî biryargeha polêsan êriş pêk hat di encama êrişê de 2 tîmên taybet ên Artêşa Tirkiyeyê hatin kuştin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ANFê îro li navçeya Sûra Amedê, li hemberî Otela Green Park ku ji dema ragihandina qedexeya derketina derve û vir ve weke biryargehê ji aliyê çekdarên dewletê ve tê bikaranîn, çalakî hat lidarxistin. Di êrîşê de 2 tîmên taybet hatin kuştin.

    Îro li navçeya Sûra Amedê li hemberî Otela Green Park ku ji dema ragihandina qedexeya derketina derve û vir ve weke biryargehê ji aliyê çekdarên dewletê ve tê bikaranîn, çalakî hat lidarxistin.

    Li navçeya Sûra Amedê qedexeya derketina derve di roja 19. de dewam dike, ji ber êrîşên tîmên tevgera taybet û leşkerên tirk, şerekî dijwar diqewime. Li gelek deverên navçeyê teqîn rû didin.

    Hat ragihandin ku li hemberî vê biryargeha hêzên çekdar ên tirk çalakiyek hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de 2 tîmên taybet ên dewleta Tirkiyeyê hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Li Sûrê teqîn: 2 leşker jiyanên xwe ji dest dan
    Li Sûrê şer: Çawîşekî pispor jiyana xwe ji dest da
    Li Sûrê şer: 3 tîmên taybet jiyana xwe ji dest dan
    Grûba HDPyî ku xwest bimeşe Sûrê rastî astengiya polêsan hat
    Etîketan:
    YDG-H, Artêşa Tirkiyeyê, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de