23:12 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Alan Kurdî

    Davutoglu pêşwaziya bavê Alan Kurdî kir

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 701

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu pêşwaziya Abdullah Kurdî yê bavê Alan Kurdî kir.

    Navenda Nûçeyan - Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu pêşwaziya Abdullah Kurdî yê bavê Alan Kurdî kir, Kurdî ji Sûriyeyê yê û dema li Bodrumê bota penaberan binav bibû kurê wî Alan Kurdî xeniqî bû.

    Hevdîtina Kurdî û Davutoglu li Avahiya Fermî ya Serokwezîriyê çêbû,di hevdîtinê de Davutoglu ji Abdullah Kurdî ra got, dilê me jî wekî yê we şewitî, wêne hê jî ji ber çavê min naçe.

    Davutoglu silavên Sara Davutogluyê jî ji Kurdî re got û wiha axivî, Alan di temenekî biçûk da wefat kir, lê ji me ra mîrateyeke mezin hişt. Heger ew nebûya haya tu kesî ji trajediya penaberên ji Sûriyeyê nedibû. Kampanya û civîn bihatina kirin jî bi qasî wêneyê Alan tesîr nedikir. Xwedîderketina li mîrateya Alan him ji bo we û him jî ji bo me xîreteke mezin e. Em we wek malbata xwe dibînin. Hûn him welatiyê Tirkiyeyê ne û him jî ji malbata me ne.

    Bi heman mijarî:

    TAYBET - Şerê ‘Aylan Bebek’ li dijî ‘Alan Kurdî’ berdewam e
    Wêneyên Alan Kurdî ket nava 100 wêneyên cihanê
    Bavê Alan Kurdî bû mêvanê Mesûd Barzanî
    Shakira li ser Alan Kurdî stran got
    Shakira: ‘Ji bo Alan Kurdî vê pirsgirêkê çareser bikin.'
    Etîketan:
    Serokwezîrtiya Tirkiyeyê, Abdullah Kurdî, Abd Rabbû Mansûr Hadî, Ahmet Davutoglu, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de