02:02 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Cizîr

    Di dorpêça Silopiyê de 2 sivîlên din hatin kuştin

    © Foto: Cizre Postasi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3621

    Di dorpêça silopiyê de du welatiyên ku şevêdin birîndar bibûn îro berê sibehê jiyana xwe ji dest dan.

    Navenda Nûçeyan — Li taxa Nûh a Silopiyayê, dayika 11 zarokan Taybet Înan (57) û tiyê wê bavê 6 zarokan Yûsûf Înan (40) ên ku duhî êvarê rastî êrişa guleyan hatibûn Îro danê vê sibehê jiyana xwe ji dest dan.

    Hat ragihandin ku Taybet û Yûsûf Înan ên duhî bi giranî birîndar bûn, ji ber ji êrişên hêzên dewletê nikarîbûn rakin nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest dane.

    Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Aycan Îrmez û Ferhat Encu ji duhî êvarê saet 18:00 û pê ve hewl dan ambûlansê derbasî taxê bikin, lê belê tevahî van hewldanên parlamenteran jî di vî warî de tiştek nehatiye kirin.

    Di dema êrîşê de Halît Înan ê li malê bû birîndar bû û tê gotin ku rewşa wî jî gelekî giran e.

    Li Silopiyayê, bi Taybet û Yûsûf Înan re hejmara mirovên ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê ve di dema "qedexeya" dawî de hatin qetilkirin 2 jê zarok bûn 9 kes. Navên welatiyên ku hatin kuştin bi vî rengî ne: Huseyîn Guzel (70), Suleyman Çoban (70), Yûsûf Aybî (80), Şiyar Ozbek (25), Reşît Eren (17), Axîn Kanat (16), Îbrahîm Bîlgîn (18), Taybet Înan (50), Yûsûf Înan (40).

    Bi heman mijarî:

    Li Silopiyê 2 welatiyên din jî hatin kuştin
    Navên 2 zarokên li Silopiyê hatîn kuştin diyar bû
    Li Silopiyê bi guleyên topan 2 zarok hatin kuştin
    Li Silopiyayê kalekî 70 salî jî jiyana xwe ji dest da
    Li Cizîr û Silopiyê şer û pevçûn didome: Welatiyek hat kuştin
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, HDP, Yûsûf Înan, Taybet Înan, Silopî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de