13:29 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Wezareta Derva ya Tirkiyeyê

    Enqere: Emê hêza xwe ji Mûsilê vekişînin

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Wezareta Derve ya Tirkiyêyê ragihand ku, ew ê hêza xwe ya li devera Başîka Mûsilê hatine bicihkirin dê vekişînin.

    Navenda Nûçeyan — Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku wan beriya niha hinek hêzên xwe ji bo perwerdeya hêzên iraqî şandibûn devera Başîkê ya Mûsilê lê ev yek bû sedema aloziya pêwendiyên Bexda û Enqerê ji ber wê jî dê li ser vekişandina hêzên xwe ji Mûsilê berdewam bin.

    Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Tirkiye hurmeta serwerî û yekperçebûna Iraqê digire û amade ye di şerê DAIŞê de alîkariyê bide Iraqê.

    Di daxuyaniyê de behsa wê yekê nehatiye kirin ku dê hêzên tirk ji nav axa Iraqê derkevin tenê hatiye gotin dê ji Mûsilê derkevin.

    Beriya niha jî, ji ber nerazîbûna Iraqê, Tirkiyê beşek ji hêzên xwe yên Başîkê derbasî devera Bamernê ya Herêma Kurdistanê kiribû.

    Herî dawî, Serokê Amerîka Barack Obama ji Tirkiyê xwestibû, hêzên xwe ji Iraqê vekişîne.

     

     

    Bi heman mijarî:

    MÛSİL - 20 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    Dewleta Îtalya 450 leşkerî dişîne Bendava Mûsilê
    Li Mûsilê DAIŞê êrişî Pêşmerge kir: 6 kuştî
    Salih Mislim: Çûna Tirkiyeyê ya Mûsilê xewna dewlata osmanî ye
    Ebadî: Em nahêlin Tirkiye xeyala xwe ya Mûsilê bi cih bîne
    Etîketan:
    Wezareta Derve ya Tirkiyê, Barak Obama, Mûsil, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de