23:47 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Tahîr Elçî

    Yekîtiya Baroyên Tirkiyayê: 'Kujerê Elçi neyê dîtin şikber dewlet e'

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 710

    Yekîtiya Baroyên Tirkiyayê ji bo doza kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi li Amedê ragihandin ku, eger dewlet kujerê Tahir Elçî dernexîne holê dê şik li ser dewletê be.

    Amed — Ji bo doza Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi ji gelek bajarên Tirkiya  serokên baroyan beşdarî civîna li Amedê bûn. Di civînê de parêzerê malbata Elçi û Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen nerazîbûn nîşanî lêpirsîna doza Elçi da û got: ‘Tê xwestin ku kujerê Elçi bê veşartin, eger kujerê Elçi dernexînin holê, dê tawanbar dewlet be. Em nahêlin ku Tahir Elçi bibe qurbaniyê cinayeteke kiryar nediyar. Bi ser kuştina Tahir Elçi re 21 roj derbasbun, lê heta niha jî tu gumanbar nehatine binçavkirin.’

    Ji aliyekî din ve Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International – AI) jî li ser malpera xwe ya tirkî kampanyayeke îmzayan da destpêkirin û got: ‘Pêvajoya lêpirsînê ji bo pêkanîna dadweriyê girîng e; lewre bila doza Elçi bi awayekî çalak, berfireh ve bêalî bê şopandin.'

    Bi heman mijarî:

    Li Cizîrê kesekî din jî hate kuştin
    Bombe teqiya: 8 birîndar
    Rûsya: Ewropa û Tirkiya qadên xwe yên hewayî bigirin jî balafirên Rûsyayê dikarin bifirin
    Nêçîrvanê terorîstan bîranînên xwe vedibêje: Hey gidî dinyayê ...
    Artêşa Îslamê bi xwe re nîqaş anîn
    Pûtîn: 'Me îsal 320 ajan desteser kirin'
    Demirtaş: ‘Em civakeke bêdewlet in û AKP jî DAIŞa Tirkiyayê ye’
    Etîketan:
    cinayeta kiryar nediyar, doza kuştina Tahir Elçi, Yekîtiya Baroyên Tirkiyayê, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International – AI), Baroya Amedê, Tahir Elçi, Ahmet Ozmen, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de