13:35 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Îdrîs Baluken

    Artêşa Îslamê bi xwe re nîqaş anîn

    © Foto: AA/ Murat Kaynak
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2211

    Li gorî nûçeya Kurdistan24ê ya ku zanyariyên xwe sipartine pisporan avakirina Artêşa Îslamî ya li dijî terorê tê niqaşkirin.

    Navenda Nûçeyan — Pisporan armanca vê tifaqê ku ji 34 dewletan di bin serokatiya Erebistana Siûdî, di bin banê îslamê de pêk were nirxandin.

    Di deklarasyona avakirina artêşê de armanc ew e ku tifaq têkoşîna li dijî terorê kordîne bike; lê belê navê tu rêxistinê di vê deklerasyonê de cih nagire. Pisporan derbarê vê artêşê de nerînên xwe anîn ziman.
    Akademisyen û Pisporê Rojhilata Navîn Hayati Unlu di vê mijarê de got: ‘Em li Tirkiyeyê wekî tifaqa îslamê behsa vê hevpeymaniyê dikin; lêbelê bi çavên dewletên ewropî ev artêşa îslamê ye. Bi taybetî dema em berê xwe didin armanca wê em dikarin bibêjin ku armanc têkoşîna li dijî terorê ye.'

    Dewletên ku li dora vê tifaqê kom bûne, dewletên sûnî ne, dewleta şiî Îran di vê tifaqê de cih nagire. Ev yek jî wekî nakokiyeke armanca vê rêxistinê tê nirxandin. Herwiha siyasetmedar jî dibêjin hebûna vê tifaqê ji bo Tirkiyayê cihê metirsiyê ye.

    Cîgirê Serokê Koma HDPê Idris Baluken jî li ser mijarê ramanên xwe wiha anî ziman: ‘Dixuye ku Tirkiya ji polîtîkayên mezhebperestiyê venagere. Hevkariya xwe ya bi çeteyên wekî DAIŞê re berdewam dike.
    Ji ber ku danezana vê hevpeymaniyê nehatiye aşkerekirin, armanca wê jî nayê zanîn. Gelo armanc têkoşîna li dijî DAIŞê ye ango tê armanckirin rola Îranê ya li herêmê were kêmkirin. Ev nayê zanîn. Li ji aliyê din ve tifaq ji aliyê Amerîkayê ve tê erêkirin; lêbelê Rûsya li benda eşkerekirina danezana hevpeymaniyê ye.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: 'Me îsal 320 ajan desteser kirin'
    Demirtaş: ‘Em civakeke bêdewlet in û AKP jî DAIŞa Tirkiyayê ye’
    NASAyê wêneyên cîhanê ji nû ve kişandin
    Li ser Parlementerê HDPê de gule hat reşandin
    Etîketan:
    Pispor, Erebistana Siûdî, Tirkiye, Rojhilata Navîn, HDP, DAIŞ, Hayati Unlu, Îdrîs Baluken, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de