05:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    demirtaş

    Demirtaş: ‘Em civakeke bêdewlet in û AKP jî DAIŞa Tirkiyayê ye’

    © Foto: AA/ Elif Öztürk
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 5111

    Hevserokê HDPê derbarê rojeva kurdan, şer û pevçûnên li bajarên kurdan û êrişên DAIŞê yên li ser tevahiya kurdan de bi VICE NEWSê re axivî.

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Selahattin Demirtaş bal kişande ser şer û pevçûnên li bajarên kurdan û got: Hikûmeta AKPê DAIŞa Tirkiyayê ye û bi hişmendiyeke faşîzan tevdigere û em jî li hemberî wê têkoşîna demokrasiyê didin. Ne em ji DAIŞê natirsin ne jî gelên me, bila ew ji me bitirse ku em tevahiya bawerî û nasnameyan diparêzin.’

    Derbarê xebatên xwe yên demokratîk û têkoşîna gelê kurd de jî Demirtaş wiha got: DAIŞ faşîzmeke yekalî li ser me ferz dike û em jî têkoşîna demokrasiyeke piralî didin. Gelê me ji van şer û pevçûnan aciz e; lêbelê ji daxwaza xwe ya azadî û demokrasiyê jî venagere.’

    Demirtaş ji bo agirbesteke dualî jî pêşniyareke wiha kir: Her du aliyên şer jî divê ragihînin ku bi şer çareserî pêk nayê. Ji pêkvejiyanê divê civaka navneteweyî destekê bide çareseriya aştiyane. Herwiha hikûmeteke xurt a mîna Amerîkayê divê piştgiriyê bide saziyên çavdêr û aliyên şer vegerîne ser maseya muzakereyan.’

    ‘Mafê kurdan ê dewletbûnê heye’
    Demirtaş dewletên ku kurd tê de dijîn wekî ne dewletên kurd bi nav kir û wiha got: ‘Ne dewletên heyî dewletên kurdan in ne jî li Rojhilata Navîn dewlete kurdan heye. Mafê dewletbûnê yê kurdan heye û divê her kes hurmeta vê yekê bigire. Ne şert e ku kurdên her çar welatan ji dewletên xwe veqetin û dewleteke yekbûyî ava bikin; lêbelê li Iraqê Kurdistaneke federal heye, Rojavayê pergala kantonan dimeşe û li Tirkiyayê modela xweseriyê heye, divê rêza wan bê girtin. Di encamê de em civakeke mezin a bêdewlet in û dewletên ku em lê dijîn jî naxwazin ku em mafên xwe yên welatîbûnê bi kar bînin.’

    Bi heman mijarî:

    Li Çewlikê 19 herêm hatin qedexekirin
    NASAyê wêneyên cîhanê ji nû ve kişandin
    YPGê nasnameyên 2 şervanên xwe eşkere kir
    Li ser Parlementerê HDPê de gule hat reşandin
    Barzanî li BAŞÎKê axivî: Di êrişên dawîn de 250 terorîst hatin kuştin
    Etîketan:
    mafê dewletbûnê yê kurdan, hişmendiya faşîzan, şer û pevçûnên li bajarên kurdan, çanda pêkvejiyanê ya kurdistaniyan, modela xweseriyê, pergala kantonan, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahattin Demirtaş, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de