17:44 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Rizgarkirina penaberan

    Keştiya koçberan binav bû: 18 kesan jiyana xwe ji dest dan

    © REUTERS/ Antonio Parrinello
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Ji ber binavbûna keştiyek koçber tê de bûn 18 kes xeniqîn. Di karesatê de 14 kes jî bi birîndarî rizgar bûn.

    Mugla - Keştiyek koçber tê de bûn û ji navçeya Bodrum Muglayê berê xwe da Girava Kalimnos a Yewnanîstanê, duh bi şev li Derya Egeyê binav bû.

    Tîmên Ewlekariyê yên Peravê, 18 cenaze ji nava deryayê derxistin. 14 kes jî bi birîndarî hatin rizgarkirin. Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bodrûmê û nexweşxaneyên taybet ên li navçeyê.

    Cenazeyên 18 koçberên jiyana xwe ji dest dan, ji bo otopsiyê rakirin Morga Saziya Tipa Edlî ya Mûglayê.

    Ji ber karesatê 2 kes hatin binçavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Didîmê keştiya penaberan binav bû: 11 mirî û 13 windayî
    Penaber di sînor de mahsur man
    Dewleta Kanada heftane 6 hezar penaber digire
    Berpirsê Kampa Penaberan: 'Êzdiyên ku li kampên penaberan dijîn hewceyî alîkariyê ne'
    2 hezar penaberên Kobanî vegeriyan welatên xwe
    Etîketan:
    Mûgla
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de