02:01 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Tîmên taybet

    Malên Sîlopiyan dan ber tangan: 1 jê giran 4 kes birîndar bûn

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Li Sîlopiyê dorpêçkirina leşker û polêsan ya dewletê didome. Leşkeran bi tangan êrişî malan kir û yek jê giran 4 kes birîndar kirin. Li taxa Başakê jî nêzî 200 welatî di bin êrişê de asê mane.

    Sîlopî - Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê dorpêçkirina tîmên taybet, polês û leşkeran û didome.

    Li navçeya ku bi tang û topan êrîşî taxan dikin, tangan dîsa malên welatiyan dan ber topan û welatî birîndar kirin.

    Dîhayê ragihand ku leşkeran li taxa Cudî ya Sîlopiyê li nêzî Dibistana Suleyman Demîrel guleya topê avêtinû di encama êrişê de jinek ji piyê xwe ve birîndar bû.

    Li gorî agahiyan li taxa Başakê jî li nêzî mizgefta Mala Barzo ya kolana 417an teqîn pêk hat. Di teqînê de zarok jî di navde 4 kes birîndar bûn. Li taxa Karşiyaka jî hat diyarkirin ku tîmên taybet ketine hin malan û welatî darp kirine.

    Hat zanîn ku li taxa Başakê Îsmail Aktaş û li taxa Nuh û Cûdî jî herî kêm 3 kes hatin binçavkirin. Herwiha hat gotin ku li taxa Başakê li tenişta Dibistana Gazipaşa jî nêzî 200 welatî ji ber topbaranê li taxê asê mane.

    Bi heman mijarî:

    Bîlançoya îro ya Silopî, Cizîr, Nisêbîn û Sûrê: 9 kesan canên xwe ji dest dan
    Ji bo dorpêçkirina Sûrê Amed dê bimeşe
    Li Sûrê derketina derve dîsa hate qedexekirin !
    Li Sûrê 5 welatî birîndar bû
    Li Sûrê operasyon: 3 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Sîlopî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de