18:21 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Selahattin Demîrtaş

    Demirtaş: 'Duh gef li Pûtîn dixwarin, îro vegeriyane pisîkan'

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8411

    Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag digel Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek, Berdevkê HDKê Ertugrul Kurkçu, Hevserokên KCDê Hatip Dicle û Selma Irmak ji bo şermezarkirina êrişên li ser Amed û bajarên kurdan civîneke çapemeniyê li dar xist.

    Amed — Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş di civînê de rayedarên Tirkiyayê şermezar kir û got: ‘Serokkomar û Serokwezîrê ku duh gef li Pûtîn dixwarin, îro vegeriyane pisîkan; leşker şandin Iraqê û gotin em venakişin paşê stûxwar stûxwar vekişiyan û ji Îsrayîlê re gotin ‘van mînût’ paşê nîvê şevê bi peymaneke bazirganî her tişt ji bîr kirin.'

    'Tenê li ser serê kurdan mêrxasiyê dikin'

    Demirtaş hêza zêde ya bi ser bajarên kurdan de şandî jî ‘elameta belengaziyê’ bi nav kir û got: ‘Gava mijar dibe gelê kurd û Cizîr hûn dibin şêr. Ma hûn şêrê li ser serê kurdan tenê ne? Ma ji bo çend endamên PKKê şandina 6 general û 10 hezar leşkerî li kê derê bûye qehremanî?’

    'Mirov nikare ji şeref û namûsa xwe veger û paş ve gavan biavêje'

    Derbarê êrişên niha û dema cûntaya leşkerî de jî Demirtaş got ku duh kurd teslîm nebûn û dê îro jî teslîm nebin; duh li hemberî derbeya leşkerî têkoşiyan û îro jî dê di moral û hewaya cejnê de li hemberî derbeya siyasî têkoşînê bidomînin.

    Derbarê amadekirina qanûna bingehîn û êrişên bi ser kurdan de jî Demirtaş wiha got: 'Tanka diajon ser gel û mizgeftan û qala şanoya demokrasiyê dikin. Em natirsin, berxwedan dê xurttir û berfirehtir berdewam bike. Me malê xwe xelqê nediziye û erdê kesî xesp nekiriye. Mixabin em nikarin ji şeref û namûsa xwe vegerin.’

    Bi heman mijarî:

    HPG: Li Mêrdînê çalakiya sabotajê hat lidarxistin
    Tirkiye nahêle Kobanî ji nû ve ava bibe
    Hemû welatîyen Kurd bi stranên wê mezin bûn
    Li Amedê çalakiya rûniştinê
    Gelê Rojava: ‘Xwîna me qelenê azadiyê ye'
    Îsrayîl û Tirkiyayê li hev kir: Tazmînat, balyozxane, gaza xwezayî û derxistina Hemasê
    Cenazeyê Şen şandin gundê wê
    Etîketan:
    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahattin Demirtaş, Amed, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de