17:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Ayşe Şan

    Hemû welatîyen Kurd bi stranên wê mezin bûn

    © kiziltepe.bel.tr
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 47 0 0

    Eyşe Şan ango Eyşana Elî, bi denge xwe yê zelal û bi stranên xwe yên xem û xerîbiyê, Hemû welatîyen Kurd bi stranên wê mezin bûn, îro salvegera mirina hunermênda navdar e.

    Eyşe Şan ji ber ku bavê wê dengbej bu di mala babê xwe de hînê dengbêjiyê bûye. Li Amedê li divana jinande jî hunermediyê kiriyê

    Eyşana Elî li Amedê gotina stranan ku ji aliyê jinan ve gune dihat dîtin koçê Dîlokê kir. Eyşana Elî li vir ji bo hunermendiyê gavên giring avêt, ji ber ku Kurdî qedexe bu di rodyoyê de du sal Tirkî stran got.

    Sala 1963an ji ber xizaniyê bere xwe da Stenbolê û li vir konserên bi Kûrdî û Tirkî da bi kilama xwe ya Ez Xezalim jî hate naskirin.

    Wê demê qedexeya li ser Kurdî herwiha zêdetir dibe û ji ber wan yekan Eyşana Elî piştî ku tê naskirin jî zordariya li ser xilas nabe û ji vir jî koçê Almanyayê dike li vir jî bi kare hunerê ve mijûl dibe. Demek li Almanyayê dimîne dîsa vedigerê Stenbolê Eyşê li vir stranên xwe yên bi Kurdî dewam dike lê dawiya zordarî û gefan nayê Eyşê wî carî jî di sala 1979 de berê xwe dide  Bexdayê.

    Li Bexdayê jî di radyoya Bexdayê de stran û kilamên bi Kurdî dibêje li vir dengê xwe dide sekirin û gelek konser dide.

    Eyşana Elî di 9 saliya xwe we ku babê wê diçe ber rihma xwedê seranserê jiyana xwe de gelek zordarî tunebînî û xizanî dîtiye li hember wan tena sere xwe li xerîbiyê tekoşîn daye.

    Eyşe Şan 18 Kanûna 1996an li Îzmîrê ji ber nexweşiya pençeşêrê çû ber rihma xwedê

    Ev kilam û stranên navdar ji aliye Eyşana Elî ve hatine gotin: ‘Qederê, Dayikê, Xerîbim daye, Were esmere, bi Tirkî jî Sallana sallana, Neyleyîm.

     

     

    Bi heman mijarî:

    KCK: ‘Dewleta tirk dixwaze kurdan ji holê rake'
    Li Amedê pevçûn berdewam e
    Kaya: Ez dengê vê guleyê ji salên 90î nas dikim
    Li Sûrê şer: 3 tîmên taybet jiyana xwe ji dest dan
    Selahattîn Demirtaş: Hûn ancax dikarin kanalîzasyonên vî welatî paqij bikin
    Etîketan:
    Almanya, Stenbol, Dîlok, Amed, Salvegera mirina Eyşe Şan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de