17:51 17 Cotmeh 2017
Zindî
    KCK

    KCK: ‘Dewleta tirk dixwaze kurdan ji holê rake'

    © Foto: Sosyalist Forum
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 42810

    Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik got: ‘Dewleta tirk dixwaze Kurdan ji holê rake. Mafê kurdan e ku ji bo parastina xwe û xaka xwe, her tiştî bike.'

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik, bû mêvanê bernameya Rojeva Welat a Stêrk TV û mijarên di rojevê de nirxand.

    Bayik got: ‘Tirkiye konseptekê bi cih tîne. Ev yek, konsepta dijberiya Kurd, dijderiya PKKê ye. Li Bakur şerekî bêsînor tê meşandin. Di dîroka Tirkiyeyê de tu carî li hemberî kurdan şerekî bi vî rengî nehatiye meşandin.'

    Cemîl Bayik got: ‘Tirkiye çi dike bila bike, wê nikaribe pêşî li Tevgera Kurd bigire, nikaribe tesfiye bike. Kî bixwaze tesfiye bike, ew ê bi xwe tesfiye bibe. Yên ku beriya niha xwestin tesfiye bikin ketin çi halî, wê Erdogan û Davûtoglû jî bikevin nava heman rewşê. Wê rewşa wan ji yên beriya xwe nebaştir bibe.'

    Bayik di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bûyerên li herêmê û got: ‘Eger hinek li Bakur û Rojava dijminatiyê dike, li Başûr nabe dost. Divê were zanîn ku ev yek taktîk e. Dixwaze yekîtiya kurdan parçe bike. Dixwaze kurdan li hemberî kurdan bide şerkirin. Pêwîste gelê me yê li Başûrê Kurdistanê li hemberî bicihbûna leşkerên Tirk derkeve. Ne tenê ji aliyê propagandayê ve, girîng e li her derê li dij derkeve û ev yek mafê wan e. Ji ber ku Tirkiye dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike. Dixwaze destketiyên Başûr ji holê rake.'

    Cemîl Bayîk dawîyê de got: ‘Kurd niha li hemberî dewleta tirk çi bike mafên xwe ye û rewa ye. Ji ber ku vana dixwazin kurdan ji holê rakin. Mafê kurdan e ku ji bo parastina xwe û xaka xwe tiştekî bike.'

    Bi heman mijarî:

    KCK: ‘Divê hêzên leşkerî yên tirk ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin'
    KCK: ‘Ev êriş û polîtîkayên koçberkirinê qirkirina çandinî û tehcîr e'
    KCKê: ‘DAIŞ li Til Temirê bi piştgiriya dewleta tirk komkujî pêk anî'
    KCK: ‘Dewleta tirk dixwaze PDKê û PKKê berde hev'
    Ji KCKê ji bo Canip Yildirim peyama sersaxiyê
    KCK: ‘Ensarioglû bi MÎTê re di nav têkîliyê de ye û weke peywirdarê şerê taybet dixebite'
    KCK: ‘Qetilkirina Elçî karakterê pêvajoya heyî nîşan dide'
    Etîketan:
    KCK, Cemîl Bayik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de