17:53 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Gulten Kaya û Selahattin Demirtaş

    Kaya: Ez dengê vê guleyê ji salên 90î nas dikim

    © Sputnik/ Cesim Ilhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10001

    Gulten Kayaya hevsera Ahmet Kaya, nêrînên xwe yên derbarê Rojava, hatina Barzanî, siyaseta HDPê, kuştina Tahir Elçi û rojeva Tirkiyayê de ji nûçegihanê Spûtnîk Kurdistanê re nirxand.

    Cesîm Ilhan

    Klama Ahmet Kaya ya ‘Strana Diyarbekirê’ piştî kuştina Tahir Elçî li ser medyaya civakî hat parvekirin. Parvekeran, ew peyva ku di nava stranê de derbas dibe û dibêje ‘ez denge vê guleyê li ku be dinasim’ par vekir. Hûn van guleyên ku rewşenbîrên kurd hedef digirin çawa dinirxînin?

    Hineh hêjayiyên ku însanan bi hev ve girêdayî dihêlin hene. Helbet huner, bi taybetî hunera civakî yek ji van hêjayiyan e û pêşiya rastiyên welatan ronî dike. Jiyana Ahmet Kaya ya hunerî bi şahidiya mexduriyetan derbas bû û ev şahidî bi riya hunerê anî ziman. Xwezî berhema ku salên berê hatibû çêkirin li şûna ku îro îfade bike wekî berhemek hêja di dilan de cih bigirta. Li vî welatî guherandin pir dereng çêdibe û hê jî li vê coxrafyayê kuştin dibin û hêstirên çavan têne barandin. Bi piranî jî di coxrafyaya Kurdistanê de.

    Tahir Elçî, mirovekî hêja, hiqûqnas,aştîxwaz û ji bo însaniyetê xeyal û hêviyên wî hebûn, ji bo vê yekê jî ev bûyera ku hate serê wî, ne tenê li dijî wî ye, herwiha li dijî hemû kesên ku xwediyê van hestan e.

    Dewlet bi hebûna xwe, bi hêz û eqlê xwe berpirsyar e ku pêşiya van kuştinan bigire. Em encamên xwestekên dinyewî yên hinek kesan dijîn ku hînî zordarî û xedariyê bûne. Ev pêngavên ku ji aliyê siyasî kor û şaş, dibin sedema êşên giran û ev jî her ku diçe xizmeta pêvajoya xerakirina civakê dike.

    Lewra şêweyê siyasetê ne dozeke neyartiya xwîn û heyfê ye. Dema ku tu wiha bifikirî, kesê li hemberî xwe wekî neyar bibînî wê demê tu dê pêkvejiyana gelan û hejayiyên wan tune bikî. Ev jî xerabiyeke civakî bi xwe re tîne. Kuştina Tahir Elçî şkesteke hesas bi xwe re anî.

     

    We berê gotibû heke Ahmet Kaya li heyatê bûya ‘li Amedê wê li kêleka gelê xwe bibûya, wê li kêleka Barzanî bibûya. Ev çi bû ku rola ‘wijdanakurdan’ dida Kaya? Gelo hê jî wê li kêleka Barzanî, Rojava û Şengalê cih bigirta?

    Ahmet Kaya hunermendekî mixalif bû, di nava tu ‘hêzan’de cih negirt û li kêleka wan nesekinî. Çavên wî tim li ser neheqiyan û mexdûriyeta însanan bû. Neheqî li kî bihata kirin, li gorî bîrdozî û nêrînên xwe yên demokratîk li kêleka wî cih digirt.

    Cihê wî yê li kêleka gelê kurd diyar û aşkera bû; lewre aliyê ev gelê kurd digirt ku li cihanê bi milyonan tê zanîn û rastî neheqiyan tê. Wî xwe tim wekî kurdekî tirkiyayî bi nav dikir û xwe di nava tekoşîneke nasnameya çandî de dît. Wahşetên salên 90î ku li kurdan dihat kirin ji berhemên wî re bû bingeh. Roja ku birêz Barzanî hate Amedê roja salvegara tunebûna Ahmet Kaya bû û ez li Parîsê li ber serê wî bûm û heke li heyatê bûya wî jî dê li Amedê cih bigirta û heke îro li heyatê bûya wê li Rojava û Şengalê li kêleka gelê xwe li hemberî zilmê bûya. Wî hebûna xwe wiha watedar dikir.

    Hûn rewşa Tirkiyayê ya niha çawa dibînin, di siyaseta salên 90î û ya niha de çi hatiye guherandin?

    Gulten Kaya û Rakel Dink
    © Sputnik/ Cesim Ilhan
    Gulten Kaya û Rakel Dink

    Ev pirseke berfireh e û divê bi dirêjayî were bersivdan. Ji ber ku gelek pirsgirêk hene ku tovê xwe yê genetîk ji dîroka nêzîk hildidin. Ev tov û gen nêrîna siyasetê teng dike û ji bo çareseriyeke li gorî normên dinyayê dibe asteng. Dewleta Tirkiyeyê di pêvajoya avakirina komara xwe de bi ser hinek dînamîkên heyî de qevizî û ev sedsal di ser re derbas bû hê jî hinek gavên dîrokî neavêtin. Mînak, pirgirêka kurd û demokratîkbûn. Ev her du pirsgirêk jî bandorê li hev dikin. Ev jî bandora desthilatdariya leşkeran a li ser siyasetê bû ku 10 salan carekê şoreşên leşkerî çêdibûn û demokratîkbûna welêt bi paş ve dixistin. Di wê giraniya ku ji împaratoriyê derbasî komareke demokratîk bû, gelo çiqas rê çû? Li gorî nêrîna min bi pêş neket. Ev bêvîzyonîya ku siyaseta sivîl xwe tê de hebs kiriye, ne di warê demokratîkbûnê de ne jî ji bo bidestxistina mafên kolanê de tu guherandin nekirin. Ez bawer nakim ku ev dînamîkên siyasî rewşa Tirkiyayê baş dixwînin. Li Tirkiyaya salên 90î û 2015an di jiyana rojane de di zilm, zordarî û înkara gelê kurd de tu ferqê nabînim. Ji bo çareseriya pirsgirêkê belkî xwestin ku hinek gav werin avêtin, lê berdewamiya van gavan nehat û dîsa em hatin serê mijarê.

    Li Tirkiyeyê bi qedexeya derketina ji malan û bi teqînan em vegeriyan salên 90î. Gelo Tirkiya dîsa vedigere wan salên 90î yên fail-meçhûlan?

    Pirsgirêk di wateya dîrokî de ji bo ku rast nehat girtin em dikarin girêdanekê bi salên 90î re çekin û bibêjin ku em di wan deman de derbas dibin. Di salên 90î de li herêma kurdan sepana rewşa awarte hebû û ev jî beşek ji rêvebiriya awarte ye. Lê niha rewşê tenê şekl guherandiye, lewma bi qismî be jî qedexeya derketina ji malan hişê mirovên ku di salên 90î jiyabûn zindî dike. Ev polîtikayên ewlehiyê, xurtkirina walîtiyan nîşan dide ku miameleye kêfî û rêveberiyeke tewş çêbûye. Kuştinên sivîl û îxlalkirina mafên mirovan pir zêde bûn.

    Namzetiya we ya HDPê pir hat axaftin, çima we qebûl nekir? Îro dîsa ev tişt bibe hûn ê qebûl bikin?

    Ez bi vê pêşniyarê serbilind bûm. Hinek pirsgirêkên min ên taybet hebûn. Lê di xebatekê de jî ez dixwazim bikêrhatî bim. Divê ez hêz, berpirsyarî, tenduristî û enerjiya xwe jî bi ber çavan re derbas bikim. Lewma ev pêvajoya ku niha Tirkiya tê ve derbas dibe ked û xebateke mezin jê re divê, ji bo ku mirov di siyasetê de pir diweste. Her wiha dil û eqlê min tim li cem gelê mezlûm e.

    Ahmet Kaya digel ku xwediyê nasnameyeke fireh bû jî dîsa hat lînçkirin. Gelo ji bo ku kurd bû ew hat lînçkirin? Tahir Elçî û Hrant Dînk… sûcê van însanan çibû?

    Ez jî difikirim ku di nava wan de girêdanek dê hebe. Dema ku em li bûyerên dema nêz qewimîne dinerin bi taybetî li hemberî kesen bi hêz û kesên bi bandor derdikevin pêş. Kesên ku hevalbendê aştî û demokrasiyê ku nêrîna xwe bi rêbazên aştiyane û bi mêranî anîn ziman hedef hatin girtin. Di vê pêvajoya ku ev her sê nav hedef hatin girtin de mixabin rola medyayê hebû. Rojnameya herî mezin a medyayê û hinek kanalên televîzyonî yên wê demê Ahmet Kaya xistibûn hedef. Ez tim dibêjim, heke em derneketana derveyê welêt belkî me hê zûtir ew winda bikira. Lê kampanyaya ku derheqê wî de hat kirin, bêdawîbûna derewan, tenêkirin, îhtîmala cezagirtinê û rêgirtina vegera welêt gişt hatin ser hev û dile wî têrê nekir. Hrant Dînk û Tahir Elçî du rewşenbîrên aştîxwaz û demokrat bûn û dixwestin gelê Tirkiyayê bi hev re bijîn. Her du jî dostên me bûn, dostên gelan bûn. Pir xemgîn im…

    Ahmet Kaya pêşengê muzîka protest bû û rastiya civakê, înkar, kêmdîtina gelan hwd bi dengekî bilind dianî ziman. Mezlûman ew wekî ‘ziman û nûner’ ji xwe re hilbijartibûn, sedema vê yekê çi bû?

    Jixwe qismekî sedeman di nava pirsa we de heye. Wekî ku ez tim dibêjim dema ku mirov li pişt xwe dizivire, mirov di berhemên Ahmet Kaya de dîroka nêz dibîne. Salên derbeyên leşkerî, girtîgeh, îşkence, îdam, qetlîam, failmeçhûl, êşên dayikan, şerê kurd, îxlalên mafî, berxwedan, tunekirina baweriyê, koçberî tu çi bibêjî di berhemên wî de hene. Van tiştan di nava jiyanê de dora me digirtin û bêhna me diçikan. Sedema ku her beşên civakê ji Ahmet Kaya hez dikirin jî ev bû ku wî ev pirsgirêk didîtin û dibû şahidê van bûyeran. Li kolanê çi hebû di nava stranên Ahmet de jî ew hebû. Ahmet di warê hûnerî de dengê dînamîkên demokrat û yê gelê kurd bû. Mêr, mixalif, azad, rast û jidil bû.

    Gulten Kaya û Rakel Dink
    © Sputnik/ Cesim Ilhan
    Gulten Kaya û Rakel Dink

    Hûnermendên ku di vê pêvajoyê de sefên xwe kifş dikin rastî êrişan tên. Hûn vê çawa dinirxînin? Gelo ev erîşa li ser Ahmet Kaya tîne bîra we?

    Di kê dera qada jiyanê de be bila bibe, hinek însanên taybet hene ku gelekî kêm in. Ev însan di beşa xwe de tenê li gorî baweriya ji bo rastiyan dengê xwe bilind dikin û tu carî hisab nakin ka dê çi biqewime. Ji bo wan tiştê hêja watedarkirina jiyana wan e. Ji bo vê yekê jî, qada hunerê qadeke azad e û bandora hunera civaka mixalif mezin e. Li welatê me ji vê re dibêjin ‘birêveçûna li kêleka kendalan’.  Û hejmara kesên ku vî tiştî dikin gelekî kêm e. Lewma di heman demê de huner dibe şahidê dîrokê. Hunera rast li derveyî nêrîna şexsî ye û hêza wê ya guherandin û ronîkirinê heye. Li vir ez dixwazim behsa dirûşmeke rastiyekê bikim; ‘heke tu bêdeng bimînî wê dora te ji were’ Ez behsa kesên dereng ayî û yên ku hêza xwe bi kar nayîne dikim. Li welatekî heke hunermend ji hebûna gelekî, çandekê û haya wî ji mafen hunerî tunebe û van neyîne ziman rewşa wî xirab e. Lewra divê em xwedîtiyê li mafan bikin, hiqûqê biparêzin û çanda gel bikin çavkaniya jiyanê. Tiştên ku mirovî hêzdar û araste dike ev in.

    Hûn wekî keseke ku hevserê wê hatibû sirgûnkirin, travma û êşa malbata Tahir Elçi çawa dinirxînin?

    Li hemberî vê rewşê ez ji dile safî dibêjim ku dilê min parçe bû!
    Dema min xebera Tahir Elçi wergirt hindik mabû ku min felç derbas bikira û dema ji bo sersaxiyê çûme cem Turkan Xanimê û me bi hev re Tahir Elçi ziyaret kir, min xwe wekî wê tenê dît, em her du jin wekî însanekî tenê bûn. Min bi hebûna xwe eşa wê ya nû kişand. Lê digel her tiştî min ew bi biryar, têkoşer û li ser lingan dît. Di ronîkirina vê kuştinê de û ji bo girtina qatilan çi ji destê me were em ê bikin û em ê wê tenê nehêlin. Di sala 2015an de ev welat heke bi windayiyan neyê rojevê û nexwaze vê eybê deyne ser dîroka xwe divê vê kuştinê ronî bike.

    Bi heman mijarî:

    Li Sûrê şer: 3 tîmên taybet jiyana xwe ji dest dan
    Selahattîn Demirtaş: Hûn ancax dikarin kanalîzasyonên vî welatî paqij bikin
    Amerîka li Rojava baregeheke leşkerî ava kir
    Çurkîn: Hejmara tankêrên qaçax yên ku derbasî Tirkiyeyê bûn ji hezarî bêtir in
    Sewqiyata leşkerî dewam dikin
    Etîketan:
    muzîka protest, muzîk, stran, çand û huner, Gulten Kaya, Ahmet Kaya, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de