02:13 21 Tebax 2017
Zindî
    Pêşmerge

    Pêşmerge: ‘Yê ku li Bakur kurdan qetil dike, nikare li Başûr bibe dostê me'

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 264310

    Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li Kerkûkê ji Anfê re axivîn gotin: ‘Em hebûna leşkerên tirk li Başûrê Kurdistanê qebûl nakin. Weke hêzên pêşmergeyan em naxwazin li xaka Kurdistanê leşkerên tirk hebin. Li dijî artêşa tirk em ê li cem gerîla bin.'

    Navenda Nûçeyan — Artêşa tirk berî çend rojan bi sedan leşkerên xwe li xaka Herêma Kurdistanê Mûsilê bi cih kiribû û li ser vê yekê hem gelê kurd hem jî dewlet, sazî û rêxistinên cîhanî bi nerazîbûneke tund Tirkiya şermezar kiribûn. Herwiha Hikûmeta Îraqê jî Tirkiya wekî ‘dagirker' îlan kiribû.

    Pêşmergeyên Herêma Kurdistan jî derbarê bicihbûna leşkerên tirk li Mûsilê de ji Anfê re axivîn û nerazîbûna xwe anîn ziman.
    Pêşmergeyên ku li heman çeperê bi hêzên PKKê re li dijî DAIŞa xwînrij şer dikin, gotin: ‘Leşkerên tirk li Başûrê Kurdistanê hêzeke dagirker e. Lewma em naxwazin ew li xaka me bin.'

    MISTEFA EVDILA HADÎ: ‘ÊRIŞA LI DIJÎ GERÎLA ÊRÎŞA LI DIJÎ PÊŞMERGE YE'

    Pêşmergeyê bi navê Mistefa Evdila Hadî nerazîbûn nîşanî bicihbûna artêşa tirk li Mûsilê da û got: ‘Wekî pêşmergeyên Kurdistanê em naxwazin dewleta tirk bê Başûrê Kurdistanê. Nepêkan e ku pêşmerge li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng be. Gerîla û pêşmerge hêzên parastinê yên heman gelî ne, yek in. Lewma êrişa li hemberî gerîla tê wateya êrişa li dijî pêşmerge."

    ASO EVDILA HADÎ: ‘YÊ KU LI BAKUR KURDAN QETIL DIKE, NIKARE LI BAŞÛR BIBE DOSTÊ ME'

    Aso Evdila Hadî êriş û kuştinên li bajarên kurdan bi bîr xist û got: ‘Tirk li Bakurê Kurdistanê kurdan qetil dike. Gelo di rewşeke bi vî rengî de çawa dikarin ji dewleta tirk bixwazin ku were xaka me biparêze. Li hemberî bicihbûna vê hêza dagirker li xaka me, em çawa dikarin bêdeng bin. Yê li Bakur Kurdan qetil dike, gelo dikare li Başûr bibe dost? Ev xapandinek e."

    MIHEMED TEYÎP: ‘GERÎLA Û PÊŞMERGE HÊZÊN PARASTINA KURDISTANÊ NE'

    Pêşmergeyekî din Mihemed Teyîp got: ‘Leşkerên tirk bi hatina Başûrê Kurdistanê re wê gerîla û pêşmerge bîne pêşberî hev. Divê her kes li dijî vê hişyar be. Em weke gerîla û pêşmerge, hêzên parastina Kurdistanê ne. Îro li gelek cihan li heman eniyê, em li dijî DAIŞê şer dikin. Bi hev re em li heman eniyên pêş, gelê xwe diparêzin."

    BERZAN RAHMAN REHÎM: ‘DIXWAZIN KURDAN LI HEMBERÎ HEV BIDIN ŞERKIRIN, LÊ EM YEK IN'

    Pêşmergeyê bi navê Barzan Rahman Rehîm û got: ‘Leşkerên tirk ji bo ku di navbera kurdan de şer derxîne hatin Kurdistanê. Lêbelê em yek in û em ê her tim yek bimînin. Gerîla û pêşmerge her tim yek in û bi hev re ne. Divê her kes bi vê zanibe. Girîng e hikûmeta Herêmê jî ji bo leşkerên tirk ji Başûrê Kurdistanê derxîne, çi pêwîst be wê bike.'

    Bi heman mijarî:

    KCK: ‘Divê hêzên leşkerî yên tirk ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin'
    KCK: ‘Ev êriş û polîtîkayên koçberkirinê qirkirina çandinî û tehcîr e'
    KCK: ‘Dewleta tirk dixwaze PDKê û PKKê berde hev'
    YNK: ‘Em ditirsin ku Pêşmerge bi Artêşa Tirkiyayê ve bê girêdan’
    Pêşmerge derbarê aloziyên navbera Tirkiye û Îraqê de daxuyanî da
    Îtalya ji bo 4 hezar pêşmergeyî alîkariya leşkerî dişîne
    Norveç: 'Ji bo Pêşmerge em ê alîkariya leşkerî zêdetir bikin'
    Etîketan:
    PKK, Pêşmerge, Barzan Rahman Rehîm, Mihemed Teyîp, Aso Evdila Hadî, Mistefa Evdila Hadî, Mûsil, Kerkûk, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de