02:37 17 Tebax 2017
Zindî
    Balafir

    MEXMÛR - Bombebarana li dijî DAIŞê dest pê kir!

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 98211

    Li ser terorîstên DAIŞê operasyonekê mezin dest pê kir. Di operasyonê de gellek DAIŞî hatine kuştin.

    Mexmûr — Îro êvarê balafirên şer ên hevpeymanan navend û cihên terorîstên DAŞê li bakur, başûr û rojavayê Mexmûrê bi dijwarî dane ber bombeyan.

    Berdevkê Eniya Mexmûrê ya Hêza Pêşmerge ji Rûdawê re ragihand: "Balafirên hevpeymanan bi giranî binkeyên terorîstên DAIŞê li sê aliyên navçeya Mexmûrê bombebaran kirin."

    Li gor gotina pêşmerge "Balafiran gundên Sultan Ebdullah li bakurê rojava, Mitenter li başûrê rojava û gundê Kodîle li rojavayê Mexmûrê kirin armanca êrişên xwe." Di êrişê de hejmareke zêde ya terorîstên DAIŞê hatin kuştin û gellek jî birîndar bûn.

    Berdevkê Eniya Mexmûrê tekez jî kir, ew cihên ku îro hatin bombebarankirin, binkeyên sereke yên DAIŞê li deverê bûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Wezaretê hejmara kurdên DAIŞê eşkere kir
    MÛSİL - 20 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    Berendamê Serokatiya Amerîkayê: 'Obama piştgiriyê dide DAIŞê'
    BAŞÎK - DAIŞê êriş kir û hêza Tirkiyayê reviya
    DAIŞê berê xwe da Navenda Domîz a Leşkerî; lê têk çû
    Etîketan:
    terorîst, birîndar, Operasyon, kuştî, Pêşmerge, DAÎŞ, mexmûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de