10:32 19 Tebax 2017
Zindî
    Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik

    Cemîl Bayik: ‘Ji bilî PKKê mûxatab tune'

    © Foto: ANF
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 395 0 0

    Hevserokê KCKê Cemîl Bayık got: ‘Êdî mafê tu dewletê tune ye ku bi feraseta siyaseta navendî ve li her kolanê û taxê serwer bibe û ev rewa nîne. Tu nikare her mal, kolan û taxê bi rê ve bibe, gel wê kolan, tax, navçe û bajarê xwe bi rê ve bibe û tu yê vê qebûl bike.

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik di gotara xwe ya bi serenavê ‘Ji bilî PKKê muxatab tune' a li rojnameyên Yeni Ozgur Polîtîka û Azadiya Welat de ev nirxandin kir:

    ‘Dem bi dem di çapemeniyê de nûçeyên wekî 'Êdî dewlet Îmraliyê, HDPê û PKKê muxatab nagire, wê bi muxatabên nû re pêvajo dest pê bike' belav dikin. Ev ji binî ve derew, demagojî û sefsete ne. Eger ev dewlet nikaribe bi Îmrali, HDP û PKKê re pirsgirêkê çareser bike, nikare bi tu kesî re pirsgirêkê çareser bike.'

    Cemîl Bayik got: ‘Ev kesên tê gotin ku wê muxatab bên girtin komên marjînal in, civak piştgiriyê nade wan, piraniya wan dewlet û federasyonê dixwazin. Herhal dewlet an jî AKP ji bo çareseriya pirsgirêkê bi wan re mijûl nabe. Tenê dixwazin dijberên PKKê bi kar bînin. Mijar evqas zelal e.'

    Bayik wiha got: ‘Pêngava gel a xwerêvebirinê kuştina polîs û leşkeran hedef nayê girtin û ev pêngava çareseriyê ye. Bêyî ku serî li şîdetê bidin pêngava pêşxistina çareseriyê ye. Dewleta tirk çawa ku êrîşî hemû modelên çareseriyê dike, bi heman rengî êrîşî vê modela çareseriyê jî dike. Hikûmeta AKP'ê leşker û polîsan dişîne ser gel.'

    Bayik: ‘Êdî mafê tu dewletê tune ye bi feraseta siyaseta navendî ve li her kolanê û taxê serwer bibe û ev rewa nîne. Zîhniyeta ku divê Tirkiye biguherîne ev e. Tu nikare her mal, kolan û taxê bi rê ve bibe, gel wê kolan, tax, navçe û bajarê xwe bi rê ve bibe û tu yê vê qebûl bike.'

    Bayik dawiyê de wiha got: ‘Kesên ku vê berxwedanê û amûrên parastina rewa ango xendekan meşrû nebînin, ev tê wê wateyê ku dagirkirina Kurdistanê û mêtingeriya komkujiya çandî ya dewleta tirk rewa dibînin.'

    Bi heman mijarî:

    Bayik: ‘AKP wê berdêla tecrîd û zextê bide'
    Bayik: ‘Tirkiye dixwaze PKK û PDKê berde hev'
    KCK: ‘Divê hêzên leşkerî yên tirk ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin'
    KCK: ‘Ev êriş û polîtîkayên koçberkirinê qirkirina çandinî û tehcîr e'
    KCK: ‘Dewleta tirk dixwaze PDKê û PKKê berde hev'
    KCKê: ‘DAIŞ li Til Temirê bi piştgiriya dewleta tirk komkujî pêk anî'
    Etîketan:
    Yeni Ozgur Polîtîka, Azadiya Welat, KCK, Cemîl Bayik, Kerboran, Cizîr, Gever, Sûr, Nisêbîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de