07:33 21 Tebax 2017
Zindî
    Ebîr Mihemed Al Cebar

    Nivîskara Erebistanê roja Alaya Kurdistanê bi vîdyoyekê pîroz kir

    © Foto: Fcebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3201

    Nivîskara erebî ya ji Erebistana Siûdî li ser hesabê yê xwe yê Facebookê vîdyoyek weşand û roja Alaya Kurdistanê bi sirûda Ey Reqîb pîroz kir.

    Navenda Nûçeyan — Nivîskara erebî ya ji Erebistana Siûdî Ebîr Mihemed Al Cebar li ser rûpela xwe wiha nivîsî: Dizanim ku gelek hevalên min ên ereb keç û kur ên xwe dişînin dibistanên Erebistanê û zarokên wan hînî sirûda neteweyî ya Erebistanê dibin.

    Dixwazim roja 17ê Berfanbarê Roja Alaya Kurdistanê bi xebateke sivik û wekî nîşaneyeke biratiyê beşdarî şahiya wan bibim. Bi vê yekê mêvanperweriya wan a li Hewlêrê bi bîr tînim û hêvîdar im ku di demeke kurt de dîsa herimê.

    Min ji du guhertoyên sirûda neteweyî ya kurdî (soranî û kurmancî) ya kurmancî hilbijart. Bibexşînin ku zimanê min baş negeriyaye û hinek peyv baş negotine; ji ber ku ez di nava 6 saetan de hîn bûmê.

    Hêjayî gotinê ye ev pîrozbahiya Ebîr Mihemed a vîdyoyî ji aliyê kurdan ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin.

    اعرف ان الكثير من أصدقائي الكورد درس او يتعلم ابنائه وبناته في مدارسنا ويردد النشيد الوطني السعودي وأحببت ان أشارك بمعرفتي البسيطة في النشيد ولو أنه متعدد اللهجات اخترت الكورمانجي في يوم العلم الكوردستاني الموافق السابع عشر من ديسمبر من باب المحبة والأخوة بين الشعوب ومن باب رد الجميل حين كنت في ضيافتهم في اربيل….التي اتمنى زيارتها عن قريب وهي بأمن وأمان اعذروني في النطق او في اللهجة تعلمت خلال ٦ ساعات فقط

    Posted by Abeer M Aljabbar on Wednesday, December 17, 2014

    Bi heman mijarî:

    Amerîka ji bo Hizbullahê biryara mûeyîdeyên nû distîne
    Rûsya: Dibe em heta Firadê jî herin
    FLAŞ ÎDIA - Amerîkayê bi ser Kurdistanê re rasterast çek dane YPGê
    HPG û YJA Star: Dewleta tirk bi cesareta ji nokerên kurd digire, êrişî gel dike
    Li Şengalê niha jî şerê alayan û ambleman derketine
    MÛSİL - 20 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    Etîketan:
    sirûda neteweyî ya kurdî, 17ê Berfanbarê Roja Alaya Kurdistanê, Ebîr Mihemed Al Cebar, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de