21:31 19 Tebax 2017
Zindî
    YJA STAR

    HPG û YJA Star: Dewleta tirk bi cesareta ji nokerên kurd digire, êrişî gel dike

    © Foto: Bestanuçe
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 393140

    Şervanên HPGê û YJA Starê derbarê şer, qedexe, kuştin û êrişên li bajarên kurdan pêk tê de axivîn û gotin: ‘Dewleta tirk bi cesareta ji nokerên kurd digire, êrişî gel dike.’

    Şervanên HPGê û YJA Starê derbarê şer, kuştin3u êrişên dawî de nirxandinên xwe ji Anfê re kirin.

    BILA GELÊ ME HÎN BÊHTIR YEKÎTIYA XWE XURT BIKE Û XWE BIPARÊZE

    Axîn Qamişlo: ‘Gelê me bila hîn bêhtir yekîtiya xwe xurt bikin, xwe biparêzin û şiyar bin. Ji xwe di zanebûna vî tiştî de ne. Siyaseta înkar û îmhayê ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li tevahiya Rojhilata Navîn tê meşandin. Ji ber ku gelê Kurd êdî li tevahiya cîhanê tê naskirin, ev êrîş tên kirin. Bi Kurdên hevkarê xwe û hêzên derve re dixwazin jiyana demokratîk û azad tine bikin. ‘

    DIVÊ MIROV DEST JI QADÊN XWE YÊN JIYANÊ BERNEDIN

    Roza Avesta: ‘Di salên 90î de polîtîkayên qirkirina fîzîkî di nava xwe dihewand li hemberî gel dihat meşandin. Bi taybetî dixwestin gundan vala bikin. Ew jî polîtîkayeke asîmîlekirinê bûn. Niha jî polîtîkayên biyanîkirinê destpê kiriye. Gel vê carê ji bajaran tê koçberkirin. Koçberî metropolan, koçberî welatên din tên kirin. Pêwîste mirov dev ji qadên jiyan lê hatine afirandin, bernedin. Li hemberî êrişên dijmin ên topyekûn ên komkujiyê tên meşandin, divê berxwedaneke topyekûn were meşandin.'

    DEWLETA TIRK BI CESARETA JI NOKERÊN KURD DIGIRE, ÊRÎŞÎ GEL DIKE

    Tîrêj Berfîn: ‘Îro her kes dizane ku yê DAIŞê li ser piyan digire, destekê dide dewleta tirk û hin nokerên ku xwe weke kurd dihesibîne ye. Eger îro dijmin gav neavêje, ewqasî bi ser kurdan de tê, hêza xwe ji vê nokeriyê digire. Eger cesaret ji vê nokeriyê negirta, ewçend bi dijwarî êrîşî vî gelî nedikirin, heya zarokê di pêçekê de nedikuştin. Heta niha zextek li ku derê li hember demokratekî hat kirin, gelê kurd li cem wan cih girt. Divê her kes jî rola xwe bileyze, gelê Kurd bi tenê nehêle. Yê ku di xeteriyê de ye gelê Kurd bi tenê nîne.'

    DIVÊ GELÊN ROJHILATA NAVÎN LI CEM GELÊ KURD CIH BIGIRIN

    Berfîn: ‘Her sed salî carekê nexşeyê li gorî xwe diguherînin, lê vê carê nikarin bi hêsanî li ser însanetiyê bileyzin. Nikarin însanetiyê weke kole bidin meşandin. Divê tevahiya gelên Rojhilata Navîn êdî li cem gelê Kurd cih bigirin. Yê ku ji bo însanetiyê niha li ber xwe dide gelê Kurd e. Gelê Kurd jî pêwîste li hemberî hemû lîstikan hişyar be û bi vê zanebûnê tevbigere.'

    Bi heman mijarî:

    HPG: 6 Tîmên Taybet hatin kuştin
    HPG: ‘Li Amedê 4, li Nisêbînê jî 6 leşker hatin kuştin'
    HPGê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
    Nasnameya şervanekî HPGê hate eşkerekirin
    HPGê nasnameyên 4 şervanên xwe eşkere kirin
    HPG: ‘8 leşker hatin kuştin'
    Etîketan:
    HPG, Roza Avesta, Tîrêj Berfîn, Axîn Qamişlo, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de