06:42 19 Tebax 2017
Zindî
    şer û pevçûn

    Li bajar û navçeyên kurdan êriş, kuştin û qedexe

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    18338 0 0

    Li gelek bajar û navçeyên kurdan qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. Di serî de Cizîr û Sîlopiyê, li Sûr, Gimgim, Nisêbîn, Kerboranê şerên dijwar diqewimin, welatiyên sivîl dibin hedef û koçber dibin. Bi vî awayî rewş çiqas diçe zêdetir giran dibe.

    22:00 — Kalê 80 salî hat qetil kirin.
    Êrîş li navçeya Sîlopiyê berdewam dike. Di êrîşan de kalê 80 salî Yusuf Abî hat qetil kirin. Li navçeya Sûrê jî di êrîşa polîsan de 5 kes birîndar bûn. Li gorî agahîyan Yusuf Abî alîyan polêsan de hat qetil kirin.

    21:20 — Li Bedlîsê 15 xwendekar hatin binçavkirin

    Hat ragihandin ku li Bedlîsê 4. Siteya Tokiyê ku lê xwedekarên Zanîngeha Erenê zêdetirin ji ber li dijî êriş û kuştinên li bajarên kurdan çalakiya dengderxistinê kirine herî kêm 15 xwendekar hatine binçavkirin.

    Li gorî agahiyên bi dest ketî polêsan di heman demê de avêtine ser malên xwendekaran jî û xwendakên binçavkirî birine Miduriyeta  Emniyetê ya Bajêr. 

    20:30 — Dewleta tirk ji bo şerekî mezintir tevdîran dibîne

    Piştî ku li bajarên kurdan şer zêdetir bû û gel paşve gav neavêt dewletê şer û êrişan zêdetir kir. Di na çend rojên borî de li gelek bajar û navçeyên kurdan de artêşa tirk ji bo şer û kuştinên zêdetir hewldan û tevdîrên pêk tîne.

    Herî dawî hate ragihandin ku artêşa tirk 3 korgeneral, 3 tumgeneral,  8 tug general, 26 albay û 10 hezar leşkerên din sewqî Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Sîlopî û Cizîrê dike.

    19:30 — Parlementerên HDPê çûn ziyareta birîndarên Cizîrê

    Parlementerên HDPê yên li Şirnexê, birîndarên di êrîşa Cizîrê de ziyaret kir û bi malbatan wan re civiyan.

    Di encama êrişên hêzên dewletê ên di rojên dawî de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ciwanên bi navê Îsmaîl Acay (23) û Mevlut Şimşet (21) û zarokên bi navên Ferhat Taniş (15) û Mevlûde Egdî (15) birîndar bûn. Tedawiya 4 kesan li

    Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê berdewam dike. Parlamenterên HDPê Lezgîn Botan, Leyla Bîrlîk, Burcu Çelîk Ozkan û Berdan Ozturk, li nexweşxaneyê birîndar ziyaret kirin.

    ENCAMÊN OTOPSIYÊ NEDAN WEKÎLAN

    Parlamenter piştî ziyareta birîndaran, ketin pey otopsiya Hediye Şen a ku duh êvarî hêla tîmên taybet ve hate kuştin. Lê, bi hinceta ‘biryar ne zelal e', agahiyên encama otopsiyê bi wekîlan re nehat parvekirin.

    Parlamenteran nerazîbûnên tund nîşanî vê pêkanînê dan û diyar kirin ku dewleta tirk û bi polês û leşkerên xwe ve dixwazin înfazan veşêre. Heyetê, piştre agahî ji malbatên birîndaran wergirt.

    19:25 — Li dijî wesayîta leşkerî êriş

    Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê li dijî wesayîta leşkerî êrişeke bombeyî pêk hat û wesayît hate îmhakirin.

    Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê qedexe û dorpêç didome. Li gorî nûçeya Dîhayê li taxa Safayê li dijî wesayîta zirxî ya ku tax bombebaran dikir çalakî pêk hat.

    Di çalakiyê de wesayîta zirxî hate îmhakirin. Di encama çalakiyê de mirî an jî birîndaran de agahî nehat wergirtin. Hate ragihandin wesayîta ku hate îmhakirin bi vînca ku hate cihê çalakiyê ve birin.

    19:19 — Li Cizîr kesek hate kuştin

    Li navçeya Cizîrê welatiyê bi navê Dogan Aslan hate kuştin.

    Li navçeya Cizîr a Şirnexê ku êrişên hêzên dewletê berdewam dike welatiyê bi navê Dogan Aslan (24) ê bavê 3 zarokan e hate kuştin. Li taxa Cudiyê leşker û polîsan êrişî mala Aslan kirin û ew kuştin. Aslan ê ku hate hînbûn birîndar bûye ji ber ku ambulans nehat jiyana xwe ji dest da.

    Cenazeyê Aslan li taxa Cûdiyê tê sekinandin.

    18:14 — Li Zanîngeha Uşakê 15 xwendekar hatin binçavkirin

    Li Zanîngeha Uşakê komên alîgirên DAIŞê û polês êrişê ciwanên kurd û demokrat kirin û 15 xwendekar hatin binçavkirin.

    Li Zanîngeha Uşakê, komeke xwendekar bertek nîşanî daxuyaniya koma alîgir a DAIŞê da. Li ser bertekên xwendekaran, koma alîgir a DAIŞê û polês bi hev re êrişê xwendekarên kurd û demokrat kirin. Di encama êrişê de nûçegîhana DÎHAyê

    Serfiraz Gezgin jî di nav de 15 xwendekar hatin binçavkirin.

    17:50 — Ciwanan li Îstîklalê tramvayê dagir kirin

    Ciwanên kurd û demokrat li dijî êriş û kuştinên li bajarên kurda li ser Caddeya Îstîklalê tramvayê dagir kirin.

    Ciwan, dowîzên ‘Ji komkujiyan re bêdeng nemîne' daleqandin şibakên tramvayê û ji tramvayê derbarê rewşa bajarên kurda de  anons hate kirin.

    Hat ragihandin ku polêsan êrişî çalakiya ciwanan kir û 8 kes hatin binçavkirin.

    Ciwan li Îstiklalê li dijî qedexe û kuştinan tramvayê dagir kirin
    Ciwan li Îstiklalê li dijî qedexe û kuştinan tramvayê dagir kirin

    17:30 — Tîmên taybet depoya avê teqandin

    Ji bo gel bêav bimîne, depoya avê ku li taxên Barbaros, Başak, Nuh û Cûdî yên Silopiyê av belav dike bi bombeyên tîmên taybet hate teqandin.

    Dîhayê ragihand ku li navçeya Silopî ya Şirnexê tîmên taybet êrişî depoya avê kirin. Depoya avê ku li taxên Barbaros, Başak, Nuh û Cûdiyê av belav dike, bi çekên bombeavêj hate teqandin. Piştî teqîna depoya avê, malên derdor di bin avê de man. Welatiyên ku li van malan dimînin hatin tahliyekirin.

    Hat ragihandin ku dengê top û çekan ji navçeyê bilind dibe.

    Tîmên taybet depoya avê teqandin
    Tîmên taybet depoya avê teqandin

    16:25 — Li dijî qereqola leşkerî bi roketan êriş

    Hat ragihandin ku li Kerboranê li dijî qereqola leşkeran a nevçeyê bi roketan êriş hat kirin.

    Li gorî agahiyên bi dest ketî li cihê bûyerê pevçûn derketiye û piştre gelek ambûlans ber bi qereqolê çûn.

    Derbarê kuştî an birîndaran de tu agahî bi dest neket.

    16:15 — Li Sûrê 2 polês birîndar bûn

    Li gorî nûçeya Dhayê li navçeya Sûrê di encama pevçûnan de 2 tîmên taybet birîndar bûn.

    Li gorî agahiyên bi dest ketî 2 timên birîndar rakirine Nexweşxaneya Zanîngeha Dicleyê ya Amedê.

    16:07 — Parlementerên HDP û CHPê yên berê li Meclisê dest bi nobetê kirin

    Bi telebên dawîkirina şerê li bajarên kurdan, parlementerên HDP û CHPê yên berê li neclisê dest bi çalakiyê kirin. Parlementerên berê diyar kirin ku ew nobeta aştiyê digirin.

    Li gorî agahiya ku Parlementerê HDPê Garo Paylan belavkirî di nava parlementerên HDPê yên dest bi çalakiyê kirî de Sebahat Tuncel û parlementerên CHPê yên di çalakiyê de Melda Onur jî hene.

    Parlementerên HDPê Pervin Buldan, Filiz Kerestecioglu, Îdris Baluke û Garo Palyan jî piştgirî dan çalakiyê. Parlementerên berê di çalakiya nobeta aştiyê de nin.

    Di çalakiya nobetê de dovîzên weke ‘Aştî hema niha' û ‘Em jiyan û azadiyê diparêzin' rakirine, dê çalakî heya 17.00an berdewam bike.

    Parlementerên HDP û CHPê yên berê li Meclisê dest bi nobetê kirin
    Parlementerên HDP û CHPê yên berê li Meclisê dest bi nobetê kirin

    16:00 — TSK: 8 leşker birîndar bûn

    TSKyê ragihand ku bi hezaran leşker li Sîlopî û  Cizîrê operasyoneke mezin pêk tînin û di çarçoveya vê de 8 leşker birîndar bûne.

    TSKyê di daxuyaniya dayî de behsa kuştinên sivîlan qet behs nekir û herwiha got: ‘Li Cizîr û Sîlopiyê 25 ‘terorîst' hatine kuştin. ‘

    Di wêneyên parvekirî de ji xûyaye ku TSKyê li bajarên kurdan bi tang, top û bi hezaran leşkerî ve operasyoneke mezin pêk tîne û heta niha gelek welatiyên sivîl ji hêla hêzên dewletê ve hatine kuştin û rewş çiqas diçe girantir dibe. 

    15:40 — Polêsan li Colemêrgê êrişî meşê kirin

    Li Colemêrgê welatiyan xwest ku li dijî êriş, qedexe û kuştinan meş li dar bixe rastî êrişa polêsan hatin.

    Li gorî agahiyên berdest li Colêmergê welatiyên bi pêşengiya HDPê ku xwestin êriş, kuştin û dorpêça ser bajarên kurdan şermezar bikin rastî êrişa polêsan hatin.

    Polêsên ku pêşiya gel girtin diyar kir ku dê desturê nedin meşê û bi gaza îsotê û ava şid êrişî gel kirin. Her wiha di bûyeran de zarokê ku navê wî nehat hinbûn hate binçavkirin.

    #SONDAKİKA — HAKKARİ'DE YÜRÜYÜŞE POLİS MÜDAHALESİVİDEO — Ayrıntılar… http://sptnkne.ws/ar35

    Posted by Rojev — Gündem on 17 Aralık 2015 Perşembe

    15:04 — Li Sûrê ji heman malbatî 7 kes birîndar bûn

    Li Sûrê hêzên dewletê bi bombeavêjan êrişî taxê kirin. Di malekî ku bombe lê ket de ji heman malbatê 2 ji wan giran 7 kes birîndar bûn.

    Li taxa Hasirliyê ya navçeya Sûrê ku îro êrişên giran hate kirin, hêzên dewletê bi bombeyan êrişî 3 malan kirin. Ji ber bombeyan di malan de xisarên mezin çêbû û li malekî ji heman malbatê 7 kes bi parçeyên şarapnelê birîndar bûn. Hate zanîn ku di nav birîndaran de zarokek jî heye û 2 kes giran birîndar in.

    15:02 — Li Giyadînê sewqiyata leşkerî

    Li Giyadînê gelek leşker û wesayîtên leşkerî hatin sewqkirin.

    Dîhayê ragihand ku li navçeya Giyadînê ya Agiriyê ji duh saetan êvarê heta niha gelek wesayîtên zirxî û leşker hatin sewqkirin. Leşkerên ku hatin navçeyê li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê hatin bicihkirin.

    15:00 — Çalakiya rûniştinê dest pê kir

    Piştî daxuyaniyê niha çalakiya rûniştinê li dar dikeve ji bo Sûrê.

    14: 45 — "Sûrê gelek hevalên me û sivîl birîndar bûn"

    Parlamenterê HDPê Çaplar Demirel got "Îro di encama êrîşên topan de li Sûrê gelek hevalên me û sivîl birîndar bûn. Em ê bi rûmeta gelê xwe li cem gelê xwe bin. Herkes li kû be bila li vê berxwedanê xwedî derkeve. Wê di dawiyê de gelê kurd bi ser keve. Hikumeta AKPê dê hesêb bide gelê kurd û gelên Tirkiyeyê"

    14:15 — Gelê Amedê ji bo Sûrê li semta ofîsê kom dibe

    Nûçegîhanê Sputnik Kurdistanê ragihand ku li dijî qedexe, kuştin û êrişan gelê Amêdê li semta ofîsê bi armanca lidarxistina meşê kom dibe lê polês destûr nadin.

    Li gorî agahiyên gihiştin Sputnik Kurdistanê niha parlementerên HDPê ji bo destûrdayînê bi polêsan re diaxivin.

    Girse bi dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Sûrê' li bendê ne ku bimeşin.

    Gelê Amedê ji bo Sûrê li semta ofîsê kom dibe
    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Gelê Amedê ji bo Sûrê li semta ofîsê kom dibe

    13:50 — Li Sûrê 2 kes birîndar bûn

    Hat ragihandin ku li navçeya Sûrê du ciwan birîndar bûne û rewşa yêkî ji wan giran e.

    Li gorî agahiyên bi dest ketî di saetên sibê de di encama gulereşandina  hêzên dewletê de yek jê giran 2 ciwan birîndar bûne û destûr nadin ku ambulans biçin cihê bûyerê.

    13:00 — Li Nisêbînê jî qedexe dewam dike

    Li navçeya Nisêbînê ya Mêdînê jî li taxên Firat, Dicle, Abdulkadirpasa û Yenişehirê qedexeya hatiye îlankirin berdewam dike. Li taxan dengê çekan bilind dibe û pevçûn berdewam dikin.

    Parlementerên HDPê bi heyekê ve çûne taxê û li wir meşek hat lidarxistin.

    Parlementerên HDPê ragihandin ku bi tu awayî destûr nadin ambulansan, di gel de nexweşiyê belavbûyî pêk hatiye.

    Tê zanîn ku ciwanê Rojavayî yê bi navê Huseyîn Ahmet jiyana xwe ji dest da, zarokê bi navê Îbrahîm Bulca jî bi giranî birîndar bûye.

    12:45 — Li Kerboranê qedexe 6 roj in berdewam dike

    Hat ragihandin ku li ji navçeyê dûman bilind dibe û dawî li dengê çevak nayê.

    Li gorî agahîyên berdest li navçeyê av û ceyan hatine birîn.

    Hate zanî ku piştî Nisêbîn û Cizîrê li Kerboranê jî mamosteyên tirk bi wesayîtên zirxî ji navçeyê derketin.

    Jina bi navê Sacîde Gezginci ya ku ji hêla hêzên dewletê ve hate birîndarkirin rakirine nexweşxaneya Amedê. Polêsan ji ber qedexeyê dergûşa Gezgincî ya 8 mehî nahêlin ku bînin cem diya wî.

    12:30 — Li Gimgimê operasyona leşkerî

    Li çoltera Gimgimê bi têvlîbûna hejmarek zêde leşker û wesayîtên zirxî operasyona leşkerî hate destpêkirin û her wiha gelek tîmên taybet jî hatin navenda navçeyê.

    Dîhayê ragihand ku li çoltera navçeya Gimgim a Mûşê duh bi şev bi tevlîbûna gelek wesayîtên zirxî û leşkeran operasyona leşkerî hate destpêkirin. Li gor agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, li çoltera gundên Badan, Corsan û Emera operasyona leşkerî berdewam dike û leşker li ser girên stratejîk bicih bûne.

    Her wiha hate dîtin ku hejmarek zêde tîmên taybet bi wesayîtên zirxî hatin navenda Gimgimê.

    Operasyonên dijê PKKê
    © Foto: Facebook
    Operasyonên dijê PKKê

    12:15 — Li Tetwanê bi şev çalakî

    Li navçeya Tetwanê li dijî qedexe, kuştin û êrişan li taxan bi şev heta seatên dereng ên şevê çalakiya deng derxistinê hate kirin û meş hatin lidarxistin.

    Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê li TOKÎya Etap a 4 ku bêhtir xwendekarên Zanîngeha Eren a Bedlîsê dimînin, li dijî qedexe, kuştin û êrişan yên li bajarên kurdan bi şev heta sibehê çalakî hatin lidarxistin. Welatiyên ku bi saetan çalakiya dengderxistinê pêk anîn piştre jî ji malên xwe derketin û li kolanan bi slogan û sirûdan meş li darxistin.

    Li taxa Dumlupinar a Tetwanê jî ciwanan kuştî û qeexeyan şermezar kirin û piştî polêsên hatin cihê çalakiyê êrişî ciwanan kirinû li ser vê yekê pevçûn derket. Li hemberî bombeyên gazê yê polîsan ciwanan jî bi kevir û fîşekên bersiv dan.

    Tatvan'da Olaylı Gecenin Görüntüleri…

    Posted by Doğunun İncisi Tatvan on 16 Aralık 2015 Çarşamba

    12:00 — Li Hezex, Elk û Şirnexê esnafan dikan venekirin

    Ji bo êrîşên li ser Cizîr û Silopiyê protesto bike li Şirnex, Hezex û Elkê esnaf kepengan venekir, xwendekar jî dibistanan boykot kir.

    Li hemberî êriş, qedexe û kuştinên yên li Cizîr û Silopiyê, îro li navenda Şirnex û navçeyên Elkê û Hezexê, ji bilî eczane û firinan hemû esnaf kepangan venekir.

    Her wiha li van bajar û navçeyan, xwendekarên dibistana seretayî, navîn û lîseyê û her wiha xwendekarên Zanîngeha Şirnexê jî dibistanan boykot kirin û neçûn dersan.

    Daxistina derabeyên dikanan, girtina xepengan
    © AP Photo/ File
    Daxistina derabeyên dikanan, girtina xepengan

     

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de