15:01 21 Tebax 2017
Zindî
    Îdam

    Li Kirmaşanê du ciwanen kurd dawî bi jiyana xwe anîn

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4510

    Li bajarokê Kengavera Kirmaşanê du ciwanên kurd dawî bi jiyana xwe anîn.

    Navenda Nûçeyan — Bêkarî û bêçareyiya aborî li bajarokê parêzgeha Kirmaşanê bû sedema xwekujiya du ciwanan.

    Li gorî nûçeya Ajansa Kurdpayê, du ciwanên temen 30 salî bi sedema bêkariyê li bajarê Kengaverê dawî bi jiyana xwe anîn û xwe kuştin.

    Yek ji wan ciwanan bi navê Hadî Behramî ye ku bi demançeyê xwe kuştiye û yê din jî bi navê Hemîd Ehmedî ye ku bi xwarina bêqas ya dermanê ‘Overdose' dawî bi jiyana xwe anî.

    Li bajarokê Kengaverê xwekujiya ciwanan îsal bi awayekî heyrî mayî zêde bûye û her roj nûçeyên xwekujiyê di nav xelkê de belav dibin.

    Bajarê Kengaverê 90 kîlometro dikeve Rojhilata Kirmaşanê û 84 hezar kes tê de dijîn. Di vî bajarî de li gorî gotina fermandarê Kengaverê bêkarî gelekî zêde bûye û asta seraserî jî derbaz bûye û bûye pirsgirêkeke civakî.

    Bi awayekî navgîn rojane 11 kes li Îranê bi sedema xwekujiyê canê xwe ji dest didin.

    Bi heman mijarî:

    Piştî Erebistana Siûdî Îran jî amadekariya koalîsyonekê dike
    Mistefa Hicrî: 'Siyaset û berjewendiyên Îran û Tirkiyayê li dijî hev in'
    Ji RMMK bo Îranê: 'Rojnamevan û çalakvanên mafên mirovan serbest berde'
    Îranê lêborîn ji gelê kurd û kurdistaniyan xwest
    Rêberê Îranê Elî Xamaney, ji rêbêrtiyê tê avêtin
    Etîketan:
    Hemîd Ehmedî, Hadî Behramî, Kirmaşan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de