16:34 23 Tebax 2017
Zindî
    Ferhad Encu

    Artêşa Tirkiyeyê êrişî mala parlamenterekî kurd kirin

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 701

    Artêşa Tirkiyeyê li navçeya Silopiya Şirnexê deriyê mala parlamenterekî HDPê şikandin û bi zorê ketin mala wî.

    Navenda Nûçeyan — Artêşa Tirkiyeyê li navçeya Silopiya Şirnexê deriyê mala parlamenterê HDPê yê Şirnexê Ferhad Encu şikandin û bi zorê ketin mala wî.

    Ev çend roj in li navçeyên Silopî û Cizîrê yên Şirnexê, derketina ji malan hatiye qedexekirin û Artêşa Tirkiyeyê dest bi operasiyonek berfireh li dijî sivîl, çekdar û siyasetmedaran kirine.

    Li gorî agahiyan berdest, hêzên Tirkiyeyê duhî li navçeya Silopiyê, bi hinceta ku li dû kesekî gumanbar digerin, deriyê mala parlamenterê HDPê yê Şirnexê Ferhad Encû şikandin û bi zorê ketin mala wî, ji ber wê jî di navbera Encû û Artêşa Tirkiyeyê de alozî derket.

    Ji aliyekî din, deriyê mala hevserokên şaredariya Silopî jî ji aliyê hêzên tirk ve hat şikandin û malên wan hatin kontrolkirin

    Hat gotin ku hêzên tirk bêyî ku destûra ketina malan standibin, êrişî mala sivîl û siyasetmedarên kurd dikin.

    Bi heman mijarî:

    Bîlançoya îro ya Silopî, Cizîr, Nisêbîn û Sûrê: 9 kesan canên xwe ji dest dan
    Gelê Silopîyê ji bo dorpêçê dimeşe
    Li Silopîyê şer û pevçun: Birîndar hene
    Sertac Kayar: Artêşa Tirk li Cizîrê dayikeke 30 salî kuşt
    Li Cizîre leşker deriyê mala ku parlamenter ku lê diman şkandin
    Etîketan:
    Arteşa Tirkiyeyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Ferhad Encu, silopî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de