15:03 21 Tebax 2017
Zindî
    Cizîr

    Li Silopiyayê kalekî 70 salî jî jiyana xwe ji dest da

    © Foto: Bestanûçe
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2920

    Li navçeya Silopiya Şirnexê kale 70 salî Huseyîn Guzel jiyana xwe ji dest da.

    Navenda Nûçeyan - Huseyin guzelê 70ê salî ku mala wî ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê ve hat bombekirin, krîza dil derbas kir û Guzel jiyana xwe ji dest da.

    Li taxa Başak a navçeya Silopiya Şirnexê Huseyîn Guzelê 70ê sali ku mala wî ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê ve hat bombekirin, ji ber tirsê krîza dil derbas kir û Guzel jiyana xwe ji dest da û ji ber êrîşên giran, destûr nayê dayîn ku kesek xwe nêzî cenazeyê Guzel bike.

    Tankên li herêma Dibistanên Seretayî yên 23 Nîsan, Gazî Paşa û Sevgî bi cih bûne, topan diavêjin taxên Başak û Yenîşehîrê.

    Topên ji van tankan hatin avêtin li sê malên li derdora Dibistana Seretayî ya Gazîpaşa ketin û ji ber ku Artêşa Tirkiyeyê nahêle tîmên arkujiyê xwe bigihînin taxê, şewata li malan nayê vemirandin.

    Bi heman mijarî:

    Bîlançoya îro ya Silopî, Cizîr, Nisêbîn û Sûrê: 9 kesan canên xwe ji dest dan
    Gelê Silopîyê ji bo dorpêçê dimeşe
    Li Silopîyê şer û pevçun: Birîndar hene
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, Huseyîn Guzel, silopî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de