09:05 17 Tebax 2017
Zindî
    Konferansa YPGê

    YPGê bang kir: "Vegerin ser cih û malên xwe."

    © Foto: ANHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2070 0 0

    Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê rewşa bajarokê Til Hemîs a li Kantona Cizîrê de daxuyanî da û têde bang li gelê Til-Hemîsê kir û got: "vegerin ser cih û malên xwe."

    Navenda Nûçeyan — Ew kesên ku ji ber zilma DAIŞê welatên xwe terk kiribûn YPGê bang ji wan re kir û got: vegerin malên xwe. YPGê ragihand, ku bajarokê Til Hemîs ji mayînan hatiye paqijkirin û tekez kir, ku gelê Til-Hemîs dikarin vegerin malên xwe.
    Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, ku piştî kontrolkirina gundewarên başûrê Hesekê êdî herêm aramtir bûye û ji ber vê yekê jî êdî xelkê deverê dikarin vegerin cih û warên xwe.
    YPGê herwiha anî ziman ku, ew dizanin ku xelkê Til Hemîsê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve rastî zordariyeke mezin hatine û bi îlankirina ewlebûna rewşê bang li welatiyan kir, ku vegerin û li malên xwe bicih bibin.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê YPGê: Em ê firokeyên nenas bixînin
    Nasnameya şervanekî YPGê hat eşkerekirin
    Nasnameya şervanekî YPGê hate eşkerekirin
    YPG: '2 çete hatin kuştin'
    Nasnameya şervanekî YPGê hate diyarkirin
    Etîketan:
    DAIŞ, YPG, Til Hemîs, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de