09:04 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Ednan Paçacî

    Paçacî: 'Heke kurd bûma min ê bixwesta dewleteke min a kurdî jî hebe'

    © Foto: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2601

    Li gorî BasNewsê ya ku zanyariyên xwe spartine rojnameya El Meşriqê, Ednan Paçacî di hevpeyvîneke xwe de derbarê kurd, dewleta kurdî û mafê dewletbûnê de axaftineke balkêş kiriye.

    Navenda Nûçeyan — Siyasetmedarê navdar ê Iraqê Ednan Paçacî eşkere kir ku di salên 60î de li civînên Civata Nûnerên Iraqê daxwaza çarenivîsa gelê kurd kiriye û di sedsala derbasbûyî de her dem nûnerên kurdan di Civata Wezîrên Iraqê de hebûne; lê piştî damezrandina Iraqa nû, statûya kurdan hatiye naskirin. Ji ber vê yekê jî hebûna kurdan a li Iraqê bi şertekî ve hatiye girêdan ku ku mafê wan ê neteweyî siyasî û civakî bê naskirin.

    Paçacî berovajî piraniya siyasetmedarên ereb mafê dewletbûna kurdan parastiye û di vê mijarê de wiha dibêje: ‘Mafê kurdan heye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Heke kurd bûma min ê bixwesta dewleteke min a kurdî jî hebe.’

    Li gorî Ednan Paçacî divê dewleta kurdî salên 1920î bihata damezrandin û vê baweriya xwe wiha vedibêje: ‘Dema ez 10 salî bûm, bavê min wezîrê navxweyî yê hikûmeta wê demê bû. Di sala 1933yan de ligel bavê xwe hatime Kurdistanê. Wê demê digotin Bakûrê Iraqê. Çûme hemû bajarên Kurdistanê. Di wê demê de têbîniya min ew bû ku Kerkûk jî weke Hewlêr, Silêmanî û Duhokê ji dîrokê ve bajarekî kurdan e. Di dema serdana me de kurdan gelek qedrê me girtin.’

    Siyasetmedarê navdar eşkere dike ku heyama wezîrtiya xwe ya sala 1966an wekî wezîrê karên derve bûye û derbarê gelê kurd de bîranîneke xwe wiha rave kiriye: ‘Di civîneke Civata Nûneran de min daxwaz kir ku destûrê bidin kurdan da ku çarenivîsa xwe diyar bikin. Min ji got ev çendîn sal in ku e li Neteweyên Yekbûyî kar dikim û mafê serxwebûna gelan diparêzim. Niha jî hatime Iraqê da ku rêz li gelê kurd bigrim. Ew gelê min e.’

    Bi heman mijarî:

    Leşkerê tirk di nava rev û êrişê de ma
    Piştî êriş, şer û pevçûnan li Amedê teqîn
    BAŞÎK - DAIŞê êriş kir û hêza Tirkiyayê reviya
    Pûtîn siyasetmedarê salê hat hilbijartin
    HPG: 6 Tîmên Taybet hatin kuştin
    DAIŞê berê xwe da Navenda Domîz a Leşkerî; lê têk çû
    Etîketan:
    dewleta kurdî, statûya kurdan, Neteweyên Yekbûyî, Civata Nûnerên Iraqê, Ednan Paçacî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de