13:51 18 Kanûn 2017
Zindî
    Firat Xelîl

    Fermandarê YPGê: Em ê firokeyên nenas bixînin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Fermandarê hêzên YPGê yê Efrînê Ferhad Firat diyar kir ku em ê bersivê bidin firokeyên ne nas.

    Navenda Nûçeyan — Fermandarê hêzên YPGê yê Efrînê Ferhad Firat diyar kir ku em ê bersivê bidin firokeyên ne nas ku bi ser me re digerin.

    Firat di daxuyaniya xwe de got, ji bo ew helîkopterên ku beriya du rojan bi ser ezmana Efrînê re difiriyan, em ê rê nedin tu firokeyên ne nas ku li ezmana kantona Efrînê bifirin.

    Fermandarê Hêzên YPGê li Efrînê Ferhad Firat ragihand ku ew ê ji vir û pê ve tucarî rê nedin tu firokeyên ne naskirî û bê destûr ku di ser axa Efrînê re bigere.

    Li gorî zanyariyên berdest du rojên di du rojên borî de li Kantona Efrînê helîkoptereke ne diyar bi ser ezmana Efrînê re firiya bû û aîdiyeta wê nediyar bû. Her wiha hinek ji ragihandinên nakokdarên Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê gotibûn ku ew ya rêjîma Sûriyê ye ku piştgiriyê dide YPGê lê îro jî YPGê eşkere kir ku ew helîkopter nenas e û ew ê careke din bê bersiv nemînin li hemberî gera wan firokeyan.

    Bi heman mijarî:

    Nasnameya şervanekî YPGê hat eşkerekirin
    Nasnameya şervanekî YPGê hate eşkerekirin
    YPG: '2 çete hatin kuştin'
    Nasnameya şervanekî YPGê hate diyarkirin
    TAYBET - YPG: Tirkiye, El Nûsra û rêxistinên din perwerde dike
    Etîketan:
    YPG, Ferhad Firat, Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de