07:55 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Êrişên Hêza Hewayî ua Rûsyayê

    Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê vê carê jî li Sûriyeyê axivî

    © Foto: Ministry of Defence of the Russian Federation
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1301

    Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê İgor Konaşenkov serdaneke siprîz kir û çû Sûriyeyê.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê İgor Konaşenkov serdaneke siprîz kir û çû Sûriyeyê û li wir daxuyanike çapemenî da û got, balafirên di nava 24 saetên dawî de li Sûriyeyê 59 sortî kirin û di encama van sortiyan de 212 hedefên DAIŞê îmha kirin.

    Konaşonkov di berdewamiya axaftina xwe de got, ev baregehên ku bûne hedefên jetên rûsî li Heleb, İdlîb, Lezqiye, Hema Himûs, Hesekê, û li Reqayê bûn.

    İgor Konaşenkov di axaftina xwe de got, di encama êrişan de zêdeyî 320 milîtanên terorîst hatin kuştin û 34 wesayîtên zirxî hatin îmha kirin. Di nava wesayîtên rûxandî de 2 tank, wesayiteke cebilxaneyan û 15 cîp hebûn.

    94 tankerên petrole hatin îmha kirin

    Konaşenkov di dirêjiya axaftina xwe de got, di çarçoveya zûwakirina çavkaniyên aborî yên terorîstan de jetên Su-24 yên rûsî li Dêra Zorê 94 tankêrên petrole yên DAIŞê îmha kirin. Her wiha li Hesekê jî konvoyeke ku 15 tankêr tê de bûn hatin rûxandin û balafir bê pirsgirêk vegeriyan bargeha xwe ya Hmeymimê.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov, ji bo civîna Sûriyeyê sibê diçe Amerîkayê
    Artêşa Sûriyeyê pêşveçûna xwe ya Lezqiyeyê didomîne
    Kerry, bi mijara Sûriyeyê gihîşt Moskovayê
    Artêşa Sûriyeyê baregeheke leşkerî rizgar kir
    Artêşa Sûriyeyê rêya terorîstan bi ser Tirkiyeyê ve birî
    Etîketan:
    DAIŞ, Hêza Hewayî ya Rûsyayê, İgor Konaşenkov, Heleb, Himûs, Hema, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de