08:39 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Operasyonên dijê PKKê

    Li Dêrsimê operasyona leşkerî didome

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 901

    Li Dêrsîmê operasiyona leşkerî ya li Newala Elîbogaziyê berdewam dike.

    Navenda Nûçeyan — Di encama şer û pevçûnan de efserekî Artêşa Tirkiyeyê birîndar bû.

    Operasiyonên leşkerî yên Artêşa Tirkiyeyê li herêma Bozan a ku dikeve destpêka Newala Elîbogazî, berdewam dike.

    Li herêmê hêzên PKKê hene. Ji duhî ve herêm ji aliyê helîkopterên leşkeri yên Artêşa Tirkiyeyê ve tê bombebaran û ji bo operasiyona bejahî jî cî bi cî bi leşker tên şandin.

    Operasyon
    © Foto: AA/ Abidin YEL
    Li gorî zanyariyên berdest di şerê duhî de efserekî tirk birîndar bû.

    Newala Elîbogazî dikeve navbera sînorên qezayên Xozat, Pilûr û Çemîzgezekê. Devereke pir asê ye. Gundên li vê deverê piştî Komkujiya Dêrsîmê ya 1938an di salên 1990î de careke din hatin valakirin û êdî kes venegeriyaye van gundan.

    Bi heman mijarî:

    Li Çewlîgê operasyona leşkerî
    Li bajarê Rihayê pêla operasyonê: Bi 10an kes hatin binçavkirin
    Li Colemêrgê operasyon
    Li Sûrê operasyon: 3 kes hatin binçavkirin
    Li Şemzînanê operasyon
    Etîketan:
    TİKKO, Artêşa Tirkiyeyê, PKK, Dêrsim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de