17:54 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Cizîr û Sur

    Li Cizîr û Silopiyê şer û pevçûn didome: Welatiyek hat kuştin

    © Foto: © AA/ Abidin Yel
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 40021

    Artêşa Tirkiyeyê bi tank û topan kete navçeyên Cizîr û Silopiya Şirnexê.

    Navenda Nûçeyan - Hêzên dewleta tirk ketin taxên navçeya Cizîra Şirnexê û bi tundî êriş dikin û welatiyekî bi navê Salih Edîm li naverastê kuştin.

    Bi "qedexeya derketina derve re" hêzên çekdar ên dewletê êrîşên giran dibin ser gelê Cizîrê. Cizîriyan tevahiya şevê li ber xwe dan û nehiştin polês û leşker bikevin nava taxên wan.

    Li taxa Cûdî, sivîlekî bi navê Salih Edîm ji aliyê polêsên tevgera taybet ve bi guleya li serî ketî hat kuştin.

    Parlamenterên HDP'ê dixwazin bikevin nava navçeyê, lê polês û leşker li pêşiya wan dibin asteng.

    Artêşa Tirkiyeyê bi tank û topan kete nava taxên Silopiyê

    Artêşa Dewletê bi tank û topan kete taxên navçeya Silopiya Şirnexê. Leşker û polêsan nexweşxaneya dewletê ya navçeyê ji xwe re kirine biryargeh.

    Li Silopiyayê tevahiya şevê hêzên dewletê bi tankan êrîşî taxan kirin. Bi hezaran leşker û polês, tevî tank û maşînên kîrpî hewl didin bikevin nava taxan.

    Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê li navçeyê ye, da xuyakirin ku gelek tank li navenda Silopiyaye hatine bicihkirin û tax tên topbarandin.

    Encu da zanîn ku polês û leşkeran, nexweşxaneya dewletê ji xwe re kirine biryargeh.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Silopîyê şer û pevçun: Birîndar hene
    Tirkiyeyê şeve din hêzeke nû şand navçeyên Cizîr û Silopiyê
    Li Cizîr û Silopiyê dîsa qedexeya derketina derve
    SILOPİ: Bi roketan êrîş
    Li navçeya Silopiya Şirnexê ciwanek bi guleyan hat kuştin
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, HDP, Ferhat Encu, silopî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de